Ciwan banga tevlibûna meşa 'Demokrasî û Azadiyê' kir

  • 10:31 2 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê beriya Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 34'emîn ji Kolnê dest bi "Meşa Azadî û Demokrasiyê" dikin. Rêxistinên ciwanan ji bo meşa bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga tevlîbûnê kirin.
 
Beriya Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya 34'emîn ku wê 5'ê Îlonê li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bê lidarxistin, ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê dest bi "Meşa Demokrasî û Azadiyê" dikin.
 
Di dîmenên bangawaziyê de ku komîteya amadekar a meşê weşand, ciwanên Kurdistanî ragihandin ku wê 3'ê Îlonê li Kolnê li hev bicivin, sibeha 4'ê Îlonê ji ber Katedrala Kolnê dest bi meşê bikin. Piştî meşê ciwan wê beşdarî Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya li Dortmundê bibin.
 
Di daxuyaniya bi dîmen de ya ku li ser hesabên medya dîjîtal hate weşandin jî işaret bi pêvajoya dîrokî ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn hate kirin û hate ragihandin ku ciwan divê ne tenê li bûyeran temaşe bikin, her wiha weke hêzeke ku pêşengiyê ji guherîna civakî re dikin beşdarî pêvajoyê bibin.
 
'Divê ciwan bibin hêza pêşeng a guherînê'
 
Di bangê de hate ragihandin ku Rêber Apo azadiya jinê weke bingeha azadiya civakî, ciwanan jî weke hêza pêşeng a guherînê dibîne. Hate destnîaşnkirin ku ciwan divê bi pêşengiya jinan bi berpirsyariya birêxistinkirina jiyana azad, civaka demokratîk û aştiyê tevbigerin.
 
Di bangê de hate gotin ku divê ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê têkiliya xwe ya bi nasnameya xwe re xurtir bikin, rola xwe ya pêşengiyê mezintir bikin û ji bo xwedîderketina li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bang hate kirin.
 
Hate ragihandin ku yek ji daxwazên bingehîn ên meşê pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û ji ciwanên li Ewropayê hate xwestin ku li dora vê daxwazê têkoşînê mezin bikin.
 
Hevdîtina destêkê 3'yê Îlonê ye'
 
Di çarçoveya bernameyê de ciwan wê 3'ê Îlonê roja Pêncşemê saet di 14:00 de li herêma Ehrenfeld a Kolnê li navnîşana Vitalisstraße 308 li hev bicivin. Li vê derê wê amadekariyên dawî yên meşê bêne qedandin û ciwanên ji bajarên cuda hatin tevlî bernameya hevpar bêne kirin.
 
Meşa "Azadî û Demokrasiyê" jî wê 4'ê Îlonê roja înê saet di 09:00 de li ber Katedrala Kolnê li Bahnhofsvorplatzê dest pê bike.
 
Komîteya amadekar di serî de jin û ciwan bang li Kurdistaniyên li Elmanya û welatên cuda yên li Ewropayê kir ku beşdarÎ meşê bibin.
 
Banga bi dîmen bi dirûşmên "Bijî berxwedana ciwanan" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.
 
Bernameya ciwanan wê heta Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya 34'emîn dewam bike ku 5'ê Îlonê roja Şemiyê wê li Dortmundê bê lidarxistin. Piştî meşa li Kolnê ciwan wê derbasî Dortmundê bibin û li qada festîvalê bicivin.
 
Mîhrîcan wê 5'ê Îlonê roja Şemiyê saet di 10:00 de li Remydamm Victor-Toyka-Strasse ya li Dortmundê bê lidarxistin.