GOÇ-DER ji bo beşdarî binekomîsyonên li Meclisê bibe serlêdan kir
- 15:25 7 Îlon 2026
- Rojane
AMED - GOÇ-DER'ê bi daxwaza misogerkirina mafên kesên hatine koçberkirin û ji bo tev li binekomîsyonên ku dê li Meclisê bên damezirandin bibe, serlêdan kir.
Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçê ya Mezopotamyayê (GOÇDER), têkildarî binekomîsyonên ku dê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bên damezirandin, li navçeya Sûrê li ber avahiya PTT'ê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku gelek siyasetmedar û nûnerên saziyên civakî beşdar bûn de pankarta "Em ji bo avakirina civaka demokratîk vedigerin axên qedîm" hat hilgirtin û metna daxuyaniyê ya Tirkî Hevserokê GOÇ-DER'ê Mehmet Vecîh Aydogan, ya Kurdî jî rêveberê komeleyê Hakan Şeker xwend.
Hakan Şeker diyar kir ku ji bo ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ku li Tirkiyeyê tê rêvebirin veguhere aştiyeke civakî û mayinde, divê mexdûriyetên ku bi milyonan mirovan piştî ku di salên 1990’î de bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin derxistin bên çareserkirin û astengiyên li ber vegera li gundan ji holê bên rakirin û ev tiştgot: “Aştiya mayînde bi tenê bi bidawîbûna şer û pevçûnan pêk nayê; aştiya mayînde bi çarserkirina bêdadiyên ku di rabirdûyê de hatine jiyîn, parastina mafên mulkiyetê û bi şiyana jinûveavakirina jiyanê ya li ser axa xwe ya mirovan pêkan e.
Di vê çarçoveyê de, di xebatên binekomîsyonên ku di TBMM’yê de hatine avakirin û dê bên avakirin de sûdwergirtina ji ezmûnên saziyên civaka sîvîl ên ku salên dûr û dirêj der barê koçberiya bi darê zorê, valakirina gundan û vegera li gundan de xebitîne xwediyê girîngiyeke mezin e.
GOÇDER ji salê 1990’î vir ve çavdêriya koçberkirina bi darê zorê, valakirina gundan, pirsgirêkên koçê û vegera li gundan dike; xebatên qadî û lêkolînan dike, nûsafan amade dike. Komeleya me ya ku beriya niha ji aliyê komîsyona têkildar a di binê banê TBMM’yê de hat vexwendin, nûsafeke berfireh a der barê koçberkirina bi darê zorê, pirsgirêkên vegera li gundan û zagona bi hejmara 5233'yan de pêşkêşî Meclisê kiriye.
Îro jî, der barê zagona bi hejmara 5233'yan, pirsgirêkên mulkiyetê û eraziyan, astengiyên hiqûqî, aborî û binesaziyê yên li ber vegera li gundan de, em xwediyê ezmûneke qadî ya girîng in.
Beşdarkirina GOÇDER'ê ya xebatên binekomîsyonan bi tenê daxwazeke nûnertiyê nîn e. Ev yek ji bo veguhastina rastiyên li qadê ya xebatên Meclisê, ji bo rasterast çareseriya pirsgirêk û pêşniyazên çareseriyê yên mirovên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine koçberkirin a pêvajoyên biryardayînê, pêdiviyeke demokratîk e.
Di pêvajoya aştiyê de, divê daxwaz û vîna vegerê ya hemwelatiyên me yên ku ji ber bûyerên di salên 1990’î de bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine dûrxistin û neçar mane li Kampa Mexmûrê bi cih bibin divê li ber çavan bên girtin. Divê astengiyên li pêşiya vegera li ser axa xwe ya ewle, bi dildarî û bi rûmet a mirovên ku dixwazin ji Mexmûrê vegerin ji holê bên rakirin; divê mafên wan ên hemwelatîbûn, mulkiyet, stirîn, debarê û mafên din ên civakî bên parastin, pêvajoya vegerê bi çareseriyên mayînde bê destekkirin. Daxwazên mirovên ku li Mexmûrê dijîn jî divê ligel mafên tevahiya mirovên ku bi darê zorê hatine koçberkirin bên nirxandin û di rojeva xebatên Meclîsê de cih bigirin.
Vegera li gundan; bi tenê vegera mirovan a li gundan nîn e. Divê vegera ewle û bi dildarî bê misogerkirin, mafên mulkiyetê bên parastin, binesazî ji nû ve bê sazkirin, xizmetên perwerdehî û tenduristiyê bên kirin, çandinî û ajalvanî bên destekkirin û ji bo ku jiyaneke nû biafirînin jiyana aborî ya mirovan bê misogerkirin.
Ji ber vê yekê, em bangê li TBMM, partiyên siyasî û saziyên têkildar dikin ku GOÇDER'ê tevli xebatên binekomîsyonên têkildar bikin û sûdê rasterast ji nêrîn, pêşniyaz, nûsaf û ezmûnên wê yên qadî bigirin.
Aştiya mayinde, bêyî hevrûbûna bi mexdûriyetên ku di rabirdûyê de pêk hatine û bêyî misogerkirina mafên kesên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine dûrxistin, pêkan nîn e."
Piştî daxuyaniyê komeleyê bi rêya PTT’ê daxwaznameyên xwe ji Meclisê re şand.







