Bîranîna Amedê: Em ê Kurdistanek azad diyarî wan bikin
- 15:12 10 Îlon 2026
- Rojane
AMED - Li Amedê bernameya bîranînê ya ji bo cangoriyên têkoşêrên azadiyê hat lidarxistin de dayikan anîn ziman ku ew ê bibin şopdarê têkoşîna wan û gotin, “Em ê Kurdistanek azad diyarê wan bikin.”
Bi Pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê de ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Eywana Dawetê ya Geterlera bernameya bîranînê hat lidarxistin. Bi hezaran welatî tevlî bernameya bîranînê dibin. Wêneyên cangoriyên ku jiyana xwe ji dest dane li ser maseyê cihê xwe girtin û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daliqandin. Di dema rêzgirtinê de “Çerxa Şoreşê” hat xwendin û dirûşmeya “Şehît Namirin” hat berzkirin. Bi hezaran kesên ku tevlî bîranînê bûn, peyama wê bibin şopdarên candoriyên azadiyê dan.
Dayikên ku beşdarê bernameya bîranînê bûn ev yek gotin, “Em bi zarokên xwe serbilind in. Wan ji bo azadiya Kurdistanê û Gelê Kurd canê xwe dan. Daxwaza zarokên me jiyanek azad û wekhev bû û ji bo vê yekê şehît ketin. Îro niha pêvajoyekê dest pê kiriye. Em dixwazin ev pêvajo bigihîje encamê û em ê daxwaza zarokên xwe bi cih bînin. Em ê Kurdistana azad diyarî van cangoriyan bikin. Em ê tu carî dev ji şehîdên xwe bernedin. Em nagirîn em bi wan serbilind in.”







