Ji Rêxistinên Jinên Kurdistanê: Şoreş pêvajoyeke zindî ye
- 20:12 10 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Jinên Kurdistanê û Rêxistina Dadxwazên Kurdistanê diyar kirin ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di dîroka nûjen a Îranê de, xala werçerxê ye û destnîşan kir ku têkoşîna azadî, wekhevî û edaletê dewam dike.
Rêxistina Jinên Kurdistanê û Rêxistina Dadxwazên Kurdistanê bi boneya salvegera çaremîn a şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” daxuyaniyek hevbeş weşandin.
Daxuyanî wiha ye:
“Çar sal bi ser destpêkirina şoreşa dîrokî ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de derbas bûn. Şoreşek ku di nav zulm, cudakarî û tepeserkirinê de derket holê û di dîroka hemdem ya Îranê de bû xaleke werçerxê. Ev şoreş, ku ji aliyê jinan ve ku bi beşdariya ciwanan, karkeran, mamosteyan, xwendekaran, parêzeran û beşên din yên civakê ve hate birêvebirin, ne tenê protestoyek demkî bû; belkû ew destpêka veguherînek kûr a civakî bû ku tirs veguherand berxwedanê, bêdengiyê veguherand qîrînê, daxwazên azadî, wekhevî, edalet û rûmeta mirovan veguherand daxwazek giştî.
Jinên li Îranê nîşan dan ku têkoşîna ji bo rizgariya jinan ji têkoşîna azadî û rizgariya tevahiya civakê nayê veqetandin. Li hember vê guhertinê, desthilatdaran rêya tepeserkirin, girtin, îşkence, darvekirin û çavtirsandinê hilbijart. Lê nekarî îradeya civakê bişkîne.
Xwepêşandanên dawî yên gelê Îranê heman rêyê domandin, rojên ku mirovên ji bilindbûna bihayan, bihayên bilind, xizanî, gendelî û cudakariyê bêzar bûn, ji bo mafê jiyan, azadî û edaletê daketin kolanan. Van bûyeran careke din nîşan dan ku daxwazên aborî, azadîxwaz û edaletê ji hev nayên veqetandin û bêyî azadiyê tu civak nikare bigihije serfirazî û edaletê.
Yek ji berhem û destkeftiyên herî berdewam yên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berxwedana berfireh a jinan li dijî sergirtina bi zorê û rûbirûbûna bi yek ji amûrên herî bingehîn ên desthilatdarî û serdestiya Komara Îslamî ye. Bi milyonan jin bê serpoş an jî bi hilbijartina cilên xwe yên azad li kolanan, zanîngehan, cihên kar û jiyana rojane nîşan dan ku rûmeta mirovan, mafê hilbijartinê û azadî bi zext, gef û cezayan nayên hilweşandin.
Ev nerazîbûna berdewam ne tenê meşrûbûna polîtîkayên dijî jinan ên hikûmetê xistiye bin pirsyarê. Belkû ew bûye sembola bêîtaetiya sivîl û çavkaniya teşwîqê ji bo têkoşîna azadî, wekhevî û mafên mirovan di hemû civakan de. Îro, parastina mafê hilbijartina cil û bergan parastina azadiya hemû welatiyane û gaveke bingehîne ber bi bidawîkirina hemû cûreyên cudakarî û serdestiyê ve.
Di heman demê de, zêdebûna darvekirinan, di nav de darvekirina xwepêşanderan û girtiyên siyasî, ferzkirina cezayên giran li ser çalakvanên sivîl, pîşeyî, siyasî, û berdewamiya zexta li ser rêxistinan, nîşana berdewamiya siyaseta tirsandinê ye.
Li tenişt vê zextê, malbatên dadxwazan tevî gef, gazîkirin, girtin û zextên ewlehiyê jî li edaletê geriyan. Bi zindî hiştina bîranîn û armancên yên jiyana xwe ji dest dane, ew bûne wijdanê bi agahiya civakê.
Dadmendî daxwazeke ji bo rastiyê, edalet, hesabpirsîn û bidawî anîna çerxa bêcezatiyê ye. Îro, dadmendî, ligel berxwedana jinan û têkoşînên sivîl, yek ji prensîbên sereke yên tevgera azadixwaziya gelên Kurd û Îranî ye.
Em, Rêxistina Jinên Kurdistanê û Rêxistina Edaletê ya Kurdistanê, dema ku rêz li bîranîna hemû kesên ku di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane digirin, tekezî dikin ku divê hemû girtiyên siyasî, olî bê şert û merc bên berdan, cezayê darvekirinê bê rakirin, tepeserkirin bê bidawîkirin, hemû cûrên cudakariya zayendî, netewî, olî, çînî bên rakirin. Her wiha mafê hilbijartina cilûberg, azadiyên sereke yên din, bidestxistina wekhevî, edaleta civakî û mafê dadxwaziya malbatên xizmên wan jiyana xwe ji dest dane, bê mîsogerkirin.
Em bawer dikin ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne bûyerek berê ye. Belkû, ew pêvajoyek zindî û berdewame ku berxwedana rojane ya jin, karker, mamoste, teqawîdbûyî, xwendekar, ciwanan, malbatên dadxwaz û hemû têkoşerên azadiyê ji bo afirandina civakek azad, wekhev, demokratîk û li ser bingeha rûmeta mirovan didomîne.”







