Li Stenbolê merasîma bîranînê
- 14:13 12 Îlon 2026
- Rojane
STENBOL - Li Stenbolê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku li Stenbolê tev li têkoşînê bûne, bernameya bîranînê tê lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek diyar kir ku ew ê xeyalên hevrêyên xwe yên ku canê xwe ji bo wê fedakirine, pêk bînin.
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê ji bo endamên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku li cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Eywana Labellayê ya Okmeydaniya Stenbolê bernameya bîranînê hate lidarxistin. Bi hezaran kes tev li bernameyên bîranînan bûn. Malbatê şehîdan, Parlamenterên DEM Partiyê, aktivîstên TJAyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî û bi hezaran welatî tev li bernameyên bîranînê bûn. Di eywana bîranînê de li ser maseyan wêneyên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qerenfîl hatin danîn. Li eywanê pankartên “Em şehîden rûmetê bi bîr tînin”, “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Têkoşîna wan rêya me ronî dike” “Em ji mirinê mezintir in” û “Şehîd Namirin” hatin daliqandin.
‘Serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sax be’
Bernameya ji bo şehîdan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEBYA-DERa Stenbolê Îlhamî Kurt axivî.
Îlhamî Kurt diyar kir ku ev nêzî mehekî ye şehadet têne parvekirin û wiha got: “Em diçin li ku dayikên şehîdan li pişt şehîdên xwe ne. Em jî dibêjin serê gelê Kurd û serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sax be.”
‘Ew ne kesên ji rêz e ne, ew pêşengên me bûn’
Paşê aktivîsta TJA'yê Sabahat Tuncel jî ev tişt anî ziman: “Axaftin zor e lê divê em biaxivin ku rastiyê bibêjin. Ev ciwanan kesên herî baş bûn. Divê em wan baş fêm bikin. Heke em vê bikin em ê layiqê wan bin. Ew ne kesên ji rêz e ne, ew pêşengên me bûn û rê nîşanî me dan. Lê rê hê heye, gelê me hê ne azad e. Îro pêvajoyekî hebe bi saya van şehîdan e. Em dixwazin çawa bijîn, divê li gorî wê xwe rêxistin bikin. Vaye tê dîtin îro li Kobaniyê provakasyon heye. Divê em şiyar bin. Divê em hevrêyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin. Belê aliyekî behsa aştiyê dikin, aliyekî din êş heye. Ew şehîdên tevahî Kurdistanê ne. Dibe ku em hinekan nas nakin, lê em têkoşîna wan nas dikin. Ji koledariyê re gotin na û ji bo azadiyê canê xwe dan.”
‘Soz ji şehîdan re’
Di dawiyê de parlamenterên DEM Partiyê Cengîz Çîçek axivî.
Cengîz Çîçek destnîşan kir ku wan soz daye ku ev êş ne êşa kesan e û ev tişt anî ziman: “Bi soz em ê êşê bikin êşa civakî. Soz dema ku em şîn digirin, em ê xeyalên hevrêyên me ku canê xwe ji bo wê fêda kirine pêk bînin. Em îro ji bo hevrêyek me jiyana xwe ji dest nede em ê ked bidin.”
Piştî axaftinan li sînevîzyon ku qala têkoşîna cangoriyan dikir, hate temaşekirin û bername bi xwendina mewludê berdewam kir.







