Li Îranê xeber ji Dunya Weysî nayê girtin

  • 12:09 17 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Zext û binçavkirinên rejîma Îranê ya li ser jinên Kurd didome. Hat ragihandin ku li Dîwandere jinek Kurd ji aliyê hêzên ser bi Supayê Pasdaran ve hat revandin û heta niha jî çarenûsa wê nediyare.
 
Bi salvegera çaran a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re hêzên rejîma Îranê zext û tedbîrên ewlehiyê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir kiriye.
 
Supayê Pasdarên Îranê zext û gefên xwe li ser welatiyan bi taybetî jî kesên ku banga greva giştî dikin zêdetir kiriye. Rejîmê hejmarek zêde ya hêzên xwe yên leşkerî, polîs û îstixbaratê li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê bicih kiriye.
 
Li gor agahiyên ku rêxistinên mafên mirov yên Rojhilatê Kurdistanê belav kirine, duh (16’ê Îlonê) jinek ciwan a Kurd ya bi navê Dunya Weysî (30) xelkê Dîwandere, ji aliyê hêzên îstixbarata ser bi Supayê Pasdaran ve despêkê tûndî lê hatiye kirin û piştre jî hatiye revandin.
 
Hatiye diyarkirin ku beriya Dunya Weysî were binçavkirin, hêzên rejîmê gelek caran gef lê kiribûn û niha jî çarenûsa wê nediyare.