Ji cenazeyên di bin peyarêyan de nasnameyên du kesan eşkere bûn

  • 11:14 21 Îlon 2026
  • Rojane
STENBOL- Nasnameyên gerîlanyên PKK'ê  Zehra Kısaoglu û Süheyla Kaya ku cenazeyên wan di sala 2017'an de ji Goristana Garzanê ya li Bedlîsê hatibûn derxistin û piştre li bin peyarêyekê li Kilyosê hatibûn veşartinbi rêya testa DNA'yê hatin tespîtkirin. Cenazeyê herud gerîlayan dê bişînin warê wan  Kanîreşa Çewligê. 
 
Piştî ku eşkera bû cenazeyê 282 gerîlayên PKK'ê di sala 2017'an de ji Goristana Garzanê ya Bedlîsê hatine derxistin û li Kilyosa Stenbolê li bin peyarêyeke hatine veşartin, nasnameyên 21 şervanan hatin diyarkirin, lê 261 cenazeyên mayî li Goristana Kilyosê hatin veşartin.
 
Bi tespîta DNA'yê ku ji aliyê Saziya Tipa Edlî (ATK) ve hat kirin, nasnameyên Zehra Kısaoglu û Süheyla Kaya hatin eşkerekirin. Tê plankirin ku cenazeyên wan îro ji Goristana Kilyosê bên wergirtin û bişînin warê wan navçeya Karliova ya Çewligê.
 
282 cenazên ku li cihên cuda yên Bedlîsê hatibûn veşartin, di dema "pêvajoya çareseriyê" ya salên 2013-2015'an de bo Goristana Garzanê ya li taxa Yukari Olekê hatibûn veguhestin. Di 19'ê Kanûna 2017an de, li ser bingeha biryareke Walîtiya Bedlîsê, gelek gorên li Goristana Garzanê hatin vekirin û cenaze ji bo tespîtkirina nasnameyan bo ATK'a Stenbolê hatin şandin. Walîtiyê di daxuyaniyekê de îda kir ku 279 gor hatine vekirin; hestiyên ku ji 268 ji van goran hatine wergirtin, li gorî rêziknameyên qanûnî, ji aliyê pisporê tipa edlî ve û di bin çavdêriya dozgerekî komarê û melayekî de hatine parastin û piştre ji bo testa DNA'yê ya tespîtkirina nasnameyên kesên jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê ve bo Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê hatine veguhestin. Hatibû ragihandin ku cenazeyên 21 kesên ku DNA'yên wan li hev hatine, radestî malbatên wan hatine kirin, lê yên mayî li Goristana Kilyosê hatine veşartin. Lêbelê, derket holê ku cenazeyên 261 gerîlayên PKK'ê bi awayekî ne-rêkûpêk, li ser hev li bin peyarêya li Kilyosa Stenbolê hatine veşartin.