Li Rojava ji bo zimanê zikmakî çalakî
- 19:28 21 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê û Qamişloyê bi daxwaza statuya fermî bidin zimanê Kurdî çalakî li dar xistin.
Li Rojava çalakiyên ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî didomin. Çalakiyên ku li Qamişlo û Kobanê hatin lidarxistin gel daxwazên xwe anîn ziman.
Qamişlo
Akademiya Lêkolînên Perwerdehiyê ya Qamişlo li ber avahiya UNHCR`ê ya li bajêr, bi amadebûna bi dehan xwendekar û endamên akademiyê, daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji hêla endamê akademiyê Mehdî Huseyîn ve hate xwendin, ku destnîşan kir ku zimanê Kurdî ne tenê amûrek ragihandinê ye, lê stûnek bingehîn a nasnameya çandî û hebûna neteweyî ya gelê Kurd li Sûriyeyê ye.
Akademiyê daxwaza naskirina destûrî ya zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî li Sûriyeyê, li kêleka zimanê Erebî kir, har wiha daxwaz kir ku zimanê Kurdî di qada giştî û saziyên fermî û perwerdeyê de, li gorî prensîbên hemwelatîbûna wekhev û pirrengiyê were bikaranîn.
Her wiha daxwaza pejirandina zimanê Kurdî wekî zimanekî sereke yê perwerdeyê li deverên ku piranî Kurd lê dijîn kir.
Di dawiya çalakiyê de, komîteyek ji Akademiya Lêkolînên Perwerdehiyê daxwaznameya xwepêşkêşî Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) kir.
Xwendekarên ji çend dibistanên taxa Xerbî ya Qamişloyê li ber Dibistana Abdulwehab Meqsûd kom bûn û daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji hêla xwendekara bi navê Talin Rifat Xelîl ve hate xwendin.
Di daxuyanyê de hat gotin: "Em biryara Wezareta Perwerdehiyê ya veqetandina tenê 3 dersan ji bo zimanê Kurdî red dikin. Ziman nasname û dîroka civaka Kurd e û ji bo gelê Kurd, ew beşekî hebûna wan e. Ji ber vê yekê, veqetandina tenê 3 dersan di dibistanan de dê bandorek neyînî li ser xwendekaran bike."
Di dawiya daxuyaniya xwe de, xwendekaran ji Wezareta Perwerdehiyê ya hikûmeta demkî xwestin ku biryara ku hatiye dayîn ji nû ve binirxîne.
Kobanê
Zanîngeha Kobanê bi sernavê "Zimanê Kurdî û Dadmendiya Zimanî li Sûriyeyê (Nêrineke Hiqûqî, Perwerdeyî û Olî)" panelek li dar xist. Bi dehan xwendekar û mamoste beşdarî panelê bûn.
Berî destpêkirina panelê hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim axivî û diyar kir ku ku şoreşa herî mezin şoreşa ziman e û got: “Di dirêjahiya dîrokê de zimanê kurdî di zor û zehmetiyan re derbas bû, lê îro bi hezaran xwendekarên me ji zanîngehên me der çûne û gihîştine asta herî bilind. Xeyalên xwe jî bi vî zimanî pêk tînin.”
Şervan Mislim bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî û got: “Di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de şoreşa herî mezin şoreşa ziman bû. Ji bo vê yekê erka me hemûyan e ku em zimanê xwe biparêzin. Em biryara ku Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta Şamê ya tenê di hefteyê de 3 ders ji bo zimanê kurdî veqetandine, napejirînin.”
Piştre panel ji aliyê mamosteyê zimanê kurdî Egîd Nasiro ve hat birêvebirin.
Di panelê de mamosteyê hiqûqê Hesen Ebdo li ser rewşa hiqûqî ya zimanê kurdî di çarçoveya qanûnên neteweyî û navneteweyî de nirxand.
Mamosteya zimanê Kurdî Hîva Mihemed Elî jî ezmûna zimanê KFurdî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di bin sîwana Rêveberiya Xweser de nirxand.
Mamosteyê zimanê erebî Selah Mislim li ser bandora biryara Wezareta Pewerdeyê ya Sûriyeyê ya li ser xwendekarên Kurd û li ser derûniya wan axivî.
Her wiha endamê Meclisa Olî ya Kobanê mela Miyedîn li ser cihêrengiya zimanî û çandî di çarçoveya Peymana Medîneyê de, axivî.
Beşdarên panelê jî der barê mijarên semîneran nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.
Di dawiya penelê de encamnameya panelê hat xwendin.
Encamnameya penelê wiha ye:
*Tekezkirina di destûra Sûriyeyê ya bê de ku zimanê Kurdî li rex zimanê Erebî Zimanekî fermî ye, û naskirina zimanê Kurdî di destûrê de weke zimanekî netewî û resen ji zimanên Sûriyeyê.
*Rakirina tevahî qanûn û ferman û biryarên ku cudakarî li hember zimanê Kurdî û gelê Kurd dane sepandine, û lêvegera li qanûnan di nav de qanûna birêxistinkirina zanîngehan (Madeya 20), da ku bi berbariyên Sûriyeyê yên navneteweyî re lihevhatî bin, bi taybet Peymannameya navneteweyî ya mafên Medenî û Siyasî(Madeya 27) û Peymannameya navneteweyî ya taybet bi mafên ekonomî civakî û çandî(Madeya 13) û peymana mafên zarok( madeya 30), û berçavgirtina danezana Netewên Yekbûyî di derbarê mafên kêmîneyên netewî an nijadî an kêmîneyên olî û zimanî(1992) û danezana Netewên Yekbûyî di derbarê gelên resen de(2007).
*Derxistina qanûnên taybet ku bikaranîna zimanê Kurdî di rêvebirinê, dadgehan, belgeyên fermî, sicila Medenî û zanîngehan de misoger dikin û sînordarnekirina wê di warên biçûk de.
*Naskirina mafê xwendekarên Kurd di fêrkirina bi zimanê wan ê dayîkê li kêlek fêrkirina zimanê Erebî û zimanên biyanî, û misogerkirina berdewamiya rêya xwendinê ya xwendekaran li gor menahicên xwendinê bi zimanê Kurdî bêyî ku werin qutkirin.
*Sererastkirina biryara wezareta perwerdeyê ya Sûriyeyê ya ku jimara waneyên zimanê Kurdî kêm kirine , û bingehgirtina zimanê Kurdî weke zimanê perwerdeyê yê bingehîn ji bo xwendekarên Kurd di herêmên rêjeya Kurdan têde bilind û dayîna derfeta fêrkirina wê ji zarokên pêkhateya Kurd li parêzgehên Sûriyeyê yên din ew jî li gor benda 3 ji madeya 7 ji danezana Destûrî.
*Beşdarkirina mamoste, malbatên xwendekaran û xwendekarên eleqedar di dariştina polîtîkayên perwerdehî û zimanî û bingehgirtina diyalog û şêwrê ji bo çareserkirina pirsgirêkên perwerdehî li şûna biryarên yekalî, û sûdgirtina ji tecrubeyên welatên pirzimanî.
*Berdewamkirina amedekirina mamosteyên Kurd yên heyî û naskirina wan û pêşxistina minhacên bi zimanê Kurdî û xebitîna li ser avakirina minhacekî neteweyî ku hemû pêkhate têde beşdar bibin û temsîla hemûyan bike û ew bo zimanê Kurdî were wergerandina bi hevbeşî û şêwirmendî bi kesên pispor û xwedî ast û tecrûbe di vî warî de.
*Qedexeya cudakariya li ser bingeha zimanî û tawankirina qedexekirin an pêşîgirtina keyfî ji çalakiyên çandî û zimanî bi metnên qanûnî yên diyar û parastina xwendekar û malbatan ji gef û êrîşan di encama daxwazkirina mafên xwe yên zimanî de.
*Xurtkirina beşdariya civakî ya zimanê Kurdî di ragihandin, çand û hunerê de û teşwîqkirina hilberîna zanînî û akademîk bi zimanê Kurdî.
*Hişyarkirina raya giştî bi girîngiya cihêrengiya zimanî weke hêmanekî yekêtiya netewî, ne weke hêmanê perçekirinê, û redkirina hişmendiya tund li beramber zimanê Kurdî di aliyê fermî û civakî de.
*Hevkariya bi saziyên olî û perwerdehî re ji bo tesbîtkirina nirxên hevqebûlkirinê û rêzgirtina cihêrengiya zimanî û tekezkirina ku naskirina zimanê Kurdî nasnameya neteweyî ya Sûriyeyê ya komî xurt dike.
*Avakirina foneke (Sendoqeke) neteweyî bi piştgiriya bingehîn ji aliyê dewletê ve, û hebûna derfeta alîkariya rêxistinên navneteweyî û civaka sivîl, ji bo piştgiriya însiaytîvên perwerdekirina bi zimanê dayîkê û parastina zimanê Kurdî.
*Şopandina cibicîkirina van encaman bi rêya komîteyeke hevkar ku di nava xwe de nûnerên hikûmeta Sûriyeyê û saziyên perwerde û fêrkirinê û saziyên akademîk li herêmên Kurdî dihewîne ku raporeke eşkere her şeş mehan carekê derdixe.







