Li Xwarikê dê di 8' ê Cotmehê de kifş bê kirin

  • 14:08 23 Îlon 2026
  • Rojane
MÛŞ - Dadgeha Îdarî ya Çewlîgê, dîroka kifşa pisporan a ji  bo qada projeya JES’ê ya ku dê li Gimgimê bê çêkirin, wek 8 Cotmehê diyar kir.
 
Şîrketa H2 Enerjî Uretîm A.Ş a Amerîkî dixwaze li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgim a Mûşê, Santrola Enerjiyê ya Jeotermal (JES) bê çêkirin. Li dijî projeyê nobeda ku gundiyan daye despêkirin, berdewam dike. Welatiyan ji bo betalkirina projeyê di 9’ê Nîsanê de serî li Dadgeha Îdarî ya Çewlîgê da. Di çarçoveya doza hatî vekirin de, Dadgeha Îdarî ya Çewlîgê di 21’ê Tîrmehê de biryar da ku li qada projeyê kifş bê kirin û daxwaza rapora pisporan kir. Rexmê bihurîna du mehan li ser biryarê de hêj tu gav nehatiye avêtin û ev yek bû sedema nerazîbûnê. Li  gorî agahiyên ku parêzerê dosyayê Bariş Yildirim parvekirî pispor dê di 8’ê Cotmehê de li qadê kifşê bikin.