‘Divê zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de bê naskirin’

  • 14:33 14 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê semînerek li ser pirsa zimanê Kurdî li Sûriyeyê hat dayîn. Di semînerê de hat diyarkirin ku ziman mafeke seretaye û divê di destûra bingehîn a Sûriyeyê de bê naskirin. Hat gotin ku diyarkirina dem ji bo zimanê dayîkê li dibistanan, ji aliyê Kurdan ve nayê qebûlkirin.
 
Li salona Kurdistanî Niwê ya li Silêmaniyê bi navnîşana ‘Pirsa zimanê Kurdî di navbera maf û rastiya hatî ferzkirin’ de semînerek ji bo Endama Nûnertiya Kongreya Star Necme Eloş û Endamê Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li Başûrê Kurdistanê, Fethullah Hisênî hat organîzekirin.
 
Semînera ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir, despêkê Endama Nûnertiya Kongreya Star Necme Eloş axivî û got: “Ziman mijarek giringe û Kurd ji despêka hebûna xwe ve zimanê xwe parastine û zimanê neteweyeke divê were parastin. Îro hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dixwaze ziman kontrol bike, em jî dixwazin li ser ziman nîqaş neyên kirin, ji berku ziman mafekî seretayiye û divê hebe. Nabe di perwerdeyê de dem ji ziman re were diyarkirin. Divê li Rojavayê Kurdistanê hemû dibistan bi zimanê Kurdî perwerdê bibînin.”
 
Necme Eloş da diyarkirin ku ji ber guhertinên ku di dema xwendina zimanê Kurdî de hatine kirin, ji sedî 70’yê xwendekaran naçin dibistanan û li dijî biryarê xwepêşandan lidardixin. Eloş got ku destwerdanên derve li ser Sûriyeyê hene daku bi zimanê Kurdî neyê xwendin, lê Kurd jî vê yekê qebûl nakin.
 
Di beşek din ya axaftina xwe de Necme Eloş diyarkir ku hewl tê dayîn ku zanîngehên Kobanê û Qamişlo nemînin û got: “Ger dewleta Sûriyeyê entegrasyona demokratîk dixwaze, nabe bi vî rengî nêzî zanîngehan û xwendina Kurdî bibe.”
 
Piştre Fethullah Hisênî jî balkişand li ser destwerdanên derve yên li ser Sûriyeyê û got: “Gelek destwerdanên derve li ser Sûriyeyê çêdibin. Ev dewlet naxwazin Sûriye bibe xwedî destureke demokratîk. Divê Sûriyeya nû ji bo hemû pêkhateyan be, divê mafê hemû pêkhateyan bi awayek demokratîk bê dayîn. Çûna Kurdan ji bo Şamê jî di vê çarçoveyê de ye.”
 
Fethullah Hisênî da zanîn ku Sûriye bi vî rengî nayê birêvebirin û got: “Divê rêz li demokrasiyê were girtin. Kurd di Sûriyeyê de gelekî hatî rêxistinkiriye, ji ber wê derfetên Kurdan hene, divê ev derfet di destûra Sûriyeyê de bên bicihkirin û qebûlkirin.”