Li dijî êrîşên zayendî banga ‘têkoşîna birêxistinkirî’ hat kirin
- 21:13 18 Mijdar 2026
- Rojane
WAN - Tevgera Jinên Azad (TJA) bertek nîşanî zêdebûna êrîşên zayendî yên li dijî jin û zarokan ên li Colemêrg û navçeyên wê da û xwest ku îdiayên heyî bi awayekî bi bandor bên lêpirsîn û kiryar bên darizandin.
Endamên TJA’yê yên ku li Wanê hatin ba hev, derbarê tecawiz û êrîşên zayendî yên di demên dawî de li Colemêrg û navçeyên wê pêk hatine de daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku li Kolana Hunerê hat dayîn de pankarta “Bi hêza cewherî û bi vîna azad” hat hilgirtin.
Endama TJA’yê Rabîa Çukur daxuyanî xwend û xwest ku îdiayên derbarê Eray Oguz, Nevzat Çîftçî û Nejat Koparan de bi awayekî bibandor û berfireh bên lêpirsînkirin. Rabîa Çûkûr diyar kir ku di pêvajoya lêpirsînê de divê nasname, ewlehî û mahremiyeta zarokan bê parastin, rastî zext û arastekirinê neyê.
Rabîa Çukur anî ziman ku hişmendiya serdest a mêr li ser jiyana jin û zarokan xwe xwedî dike û bal kişand ser rastiyên di dosyaya Gulistan Dokû de ku li benda ronîkirinê ne, mirina biguman a Rojîn Kabaîş, êrîşa zayendî ya li dijî Îpek Er û nîqaşên li ser pêvajoya darazê.
Rabîa Çukur lêgerîna edaletê ya jina ciwan a ku li Sêweregê xwestin bi darê zorê bizewicînin, li Yalovayê qetilkirina Semîha Sozer û pirsên derbarê mirina Emîne Kurt a li Rihayê de bi bîr xistin.
Rabîa Çukur destnîşan kir ku divê ti kes, meqam an jî têkiliyên civakî li pêşiya edaletê nekin astengî û anî ziman ku jiyana jin û zarokan nabe mijara bazarê.
Rabîa Çukur destnîşan kir ku heta kiryar bên cezakirin wê têkoşîna xwe bidomînin û bang li jinan kir ku ji malan hetai kolanan, ji taxan heta qadan têkoşîna birêxistinkirî mezin bikin.







