Îdiaya Tuncaya Sonel vala derxistin: Dane berê di dosyayê de bûn
- 11:38 4 Gulan 2026
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED -Di lêpirsîna Gulîstan Doku de, her çend ku waliyê wê demê Tuncay Sonel îdîa kir ku wî karta SIM ji bo destnîşankirina cihê Gulîstan Doku şandiye jî derket holê ku cihê Gulîstan di 7'ê Çileya 2020'î de hatiye destnîşankirin û di dosyayê de cih girtiye, lê Tuncay Sonel kart di 8'ê Çileyê de ji Gokhan Ertok re şandiye.
Xwendekara sala duyemîn a Zanîngeha Munzurê ya li Dêrsimê Gulîstan Doku, di 1'ê Çileya 2020'î de hat wîndakirin. Malbata wê, parêzer û rêxistinên jinan li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê gotin, "Gülistan Doku li ku ye?" Piştî 6 sala bersiva vê pirsê hat dayîn û di 13'ê Nîsanê de operasyonek li dijî kesên ji windabûna Gülistan berpirsiyar hate destpêkirin. Ji 15 kesên ku hatin binçavkirin, 12 hatin girtin û şandin girtîgehê.
Waliyê wê demê û yek ji sûcdarên sereke yên di lêpirsînê de Tuncay Sonel, hema hema hemû delîlên têkildarî Gulîstan Doku jê bir û veşartin. Her çiqas Tuncay Sonel înkar bike jî roj bi roj eşkere dibe ku wî çiqas delîl veşartine.
Tuncay Sonel ku bi nasnameyek sexte li otêlek li Xerpetê hate binçavkirin, birin Erzurumê. Di daxuyaniyên wî yên li Dozgeriya Komarê ya Erzurumê de nakokî hebûn û wî gelek tişt înkar kir. Me berê ragihandibû ku Tuncay Sonel ku bersivên bi armanca dûrketina ji cezayê dida, SIM karta Gulîstan Doku ji Gökhan Ertok re şandiye û ev kes polîsekî berê ku bi çeteyeke sîber re dixebite ye.
Îdiaya Tuncay Sonel hatiye redkirin
Vê carê, Tuncay Sonel îdia kir ku wî SIM karta Gulîstan Doku daye Gokhan Ertok ku bi çeteyeke sîber re dixebite, da ku cihê Gulîstan diyar bike. Lêbelê, derket holê ku daneyên cihê Gulîstan di 7'ê Çileya 2020'an de di dosyayê de cih girtine, lê Tuncay Sonel SIM karta di 8'ê Çileya 2020'an de ji çeteya sîber re şandiye.
Dema ku em li belgeya ku me bi dest xistiye dinêrin, tê dîtin ku hemû daneyên stasyona bingehîn derbarê Gulîstan Doku di 8'ê Çileya 2020'an de di dosyayê de cih girtine.








