Platforma Şiyar Be dijî tiryakê kon veda

  • 20:47 16 Hezîran 2025
  • Rojane
AMED - Li Amedê Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê Şiyar Be li Parqa Rojava ya Peyasê balavok belav kir û kon veda.
 
Li Amedê Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê Şiyar Be 26ê nîsanê damezrandina xwe ragihand. Piştî ragihandinê li gelek qadan xebatên cur bi cur li dar xist. Platforma Şiyar Be ji bo balê bikşînin ser hişbir û fihûşê li Parqa Rojava ya navçeya Peyasê ya Amedê meşiya û belavok belav kir. Piştî meşê dîsa li parqê kon hat vedan û govend gerandin. Hevseroka OHDê Ekîn Yeter, Koordînatorê Ma Muzîkê Şerko Kanîwar, endamên platforma Şiyar Be, saziyên civakî û gelek kes tev li bûn. Gelek malbatên derdora parqê hatin kon û govend gerandin.
 
Çalakvan li piştî meşê li pêşiya kon dest bi govendê kirin. Paşê dest bi axaftina hat kirin. Li vir ewilî Koordînatorê Ma Muzîkê Şerko Kanîwar axivî.
 
‘Em ê her dem li qadan bin’
 
Şerko Kanîwar dazanîn ku ew çîqas di nav gel de bin xebatê wan ewqas dê werê xuyakirin û wiha axivî: “Divê qadên ku me girtine em bernedin. Îro em li Parqa Rojava me kon veda û belavok belav kir. Divê em her roj li vir bin û xwe bigihijînîn zarokan û em ê her dem li qadan bin.”
 
‘Fihûş û hişbir polîtîkayên şerên taybet in’
 
Hevseroka OHDê Ekîn Yeter diyar kir ku xebatên wan dijî tiryakê her qadê bidome û wiha axivî: “Em dizanin ku fihûş, tiryak politîkayen şeren taybet in. Desthilatdar bi amuren şeren taybet dixwaze gelê kurd asîmîle bike.”
 
Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.