Li Wanê Platforma ‘Tora Têkoşîna li dijî Tundûtûjiyê' ava bû

  • 20:45 16 Hezîran 2025
  • Rojane
WAN – Li Wane  di bin serokatiya Komeleya Jinan Star, OHD, İHD de, Platforma “Tora Têkoşîna li dijî Tundûtûjiyê" hat avakirin.
 
Li Wanê  Platforma “Tora Têkoşîna li dijî Tundûtûjiyê" ya derbarê şîdeta li dijî jinan de hat avakirin. Derbarê armanca platformê de li Hola Konferansê ya Tahir Elçi ya Baroya Wanê daxuyaniyek hate dayîn. Pêkhateyên platformê, ku di bin pêşengiya Komeleya Jinan a Stasr, Komeleya Hiqûqnasên Azadixweza (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de hatiye damezrandin, Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Wanê, Komîsyona Koçberiyê ya Baroya Wanê, Komeleya Mafên Mirovan û Medyayê (ÎHAMED), Odeya Bijîşkan a Wan - Colemêrgê, Şaxa Wanê ya Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Cemaweriyê (KESK) û Koordînasyona Jinan a Parêzgeha Wanê ya Rêveberiyên Herêmî cih girtin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Leyla Abukan a ji Komeleya Jinan a Star ve hate xwendin.
 
'Zemînek ji bo têkoşîna li dijî zêdebûna tundûtûjiyê pêdivî ye'
 
Leyla Abukan diyar kir ku pratîkên tundûtûjiyê li dijî jin, kesên LGBTI+ û zarokan bûne yek ji pratîkên bingehîn ên îdeolojiyên serdest û endezyariya civakî ya serdest a mêran, û got, "Di vê qonaxê de, êrîşên ku dikarin wekî polîtîkayên kuştina jinan werin binavkirin, her roj bi gelek kuştinên jinan û sûcên nefretê zêde dibin.  Ev jî ji bo me bûye pêdivî ku em zemînek li ser bingeha hevkariya civakî û nav-sazûmanî ya bêtir biafirînin da ku li dijî tundûtûjiya zêde ya li dijî jin, kesên LGBTI+ û zarokan li welat û herêma me têbikoşin."
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.