Ji bo meşa 8'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê

  • 16:33 5 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
STENBOL - Sebahat Tûncelê hemû jinan vexwand meşa ber bi Meclisê ve û got: "Em hemû kesên aştîxwaz vedixwînin Enqereyê." 
 
"Înîsyatîfa Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye", dê di çarçoveya çareserkirina meseleya kurd de ji bo astengiyên li pêşiya muxatabên aştiyê bên rakirin dê di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê ber bi Meclisê ve bimeşe û li Guvenparkê li hev kom bibe. 
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tûncel li ser medyaya sanal bi parvekirineke bidîmen hemû jinan vexwand Enqereyê. Sebahat Tûncelê got: "Em hemû aştîxwaz, demokrasîxwaz û kesên ji rewşa heyî ne razî vedixwînin Enqereyê."