
Şewata li Licê hat vemirandin
- 18:44 5 Tîrmeh 2025
- Ekolojî
AMED – Şewata li navçeya Licê derketibû bi mudaxaleya ekîbên îtfayê hat vemirandin.
Li gundên Licê ya Amedê şewat derketbiû. Li taxa Karahsan agirê derket gihişt gundên Cofitîn, Banê Dêran, Bamitnê û Fareqolê. Ekîbên şaredariya bajarê mezin a Amedê û ya şaredariya Licê û welatiyan mudaxale kirin û agir vemirandin. Xebatên sarkirina agir didomin.