
Sevtap Akdag serbest hat berdan
- 14:32 27 Gulan 2025
- Hiqûq
STENBOL - Ji bo Cîgira Hevseroka DEM Partiyê Sevtap Akdag biryara berdanê hat dayîn.
Duyemîn rûniştina doza ku Cîgira Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Sevtap Akdag, ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de hatibû girtin, bi sûcê "endamtiya rêxistinê" tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 25'emîn a Stenbolê hat lidarxistin. Nûnerên gelek partî û saziyan rûniştin temaşe kirin.
Rûniştinê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.
Dadgehê biryara tehliyeyê ji bo Sevtap Akdag da û rûniştin taloqî 30'yê Îlonê kir.