
Îran zextê li malbata Werîşe Muradî dike
- 13:59 10 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Zextên rejîma Îranê yên li ser malbatên girtiyên siyasî berdewam e. Hat gotin ku wezareta Îtlaeta Îranê gefa girtinê li endamên malbata girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Murad kirine. Hat diyarkirin ku hevjînê xwişka Werîşe Muradî jî hatiye binçavkirin.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê di nûçeyek xwe de ragihand, roja 8’ê Hezîranê çend carek endamên malbata girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî li Sine û Tehranê ji aliyê berpirsên Îtlaetê ve hatine bang kirin û gefa girtinê li wan hatiye xwarin.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku hevjînê xwişka Werîşe Muradî, Kerîm Esxerî ku xelkê bajarokê Şiwêş a ser bi Sine ye, ji aliyê hêzên ser bi Îtlaetê ve hatiye binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve birine.
Hat gotin ku Kerîm Esxerî bêy biryara dadwer, dibin îşkenceyê de hatiye binçavkirin û gef li hevjîna wê Mêhrane Muradî kirine.
Di 17'ê Hezîrana 2024’an de, Werîşe Muradî ji aliyê Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, bi biryara Dadwer Ebulqasim Selewatî ve bi tometa “endama rêxistinê” hat tometbarkirin û di 10’ê Mijdara 2024’an de cezayê darvekirinê lê hate birîn.