Li girtiya siyasî Werîşe Muradî 6 mehên din cezayê girtîgehê hat birîn
- 10:56 14 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Werîşe Muradî ku li Îranê girtî ye ji ber nameyên di salvegera serhildana “Jin Jiyan Azadî” de nivîsandibû, 6 mehên din cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Kampanyaya Azadiya Werîşe Muradî ragihand ku şeş mehên din ên cezayê girtîgehê li Warîşe Muradî hatine birîn.
Sedema girtinê name û nivîs in
Li gorî agahiyên ji aliyê kampanyaya azadiya Werîşe Muradî ve hatine dayîn, name û nivîsên ku ji aliyê Werîşe Muradî ve di çarçoveya salvegera Serhildana “Jin jiyan azadî” de hatine nivîsandin û weşandin.
Ev nivîs û name di doza nû de bûne mijarên sûcdariyan. Werîşe Muradî di vê dozê de bi tohmeta “propagandaya li dijî rejîmê” hat darizandin û şeş meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Biryara cezayê hefteya borî hat ragihandin
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Kampanyaya azadiya Werîşa Muradî ve hatine weşandin hat diyarkirin ku ev biryar hefteya borî ji Werîşe Muradî re hatiye ragihandin. Bi vî awayî, dozên li dijî Werîşe Muradî hatine vekirin û zexta dadwerî ya li ser wê hê jî zêdetir bûye.
Berê jî cezayê darvekirinê lê hatibû birîn
Berê Werîşe Muradî ji aliyê Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, bi serokatiya dadger Ebulqasim Salawat, bi tohmeta “baghy” (serhildana çekdarî li dijî dewletê) cezayê darvekirinê lê hatibû birîn lê ev biryar ji aliyê Odeya 9’emîn a Dadgeha Bilind ve bi hinceta kêmasiyên di lêpirsînê de hat betalkirin û doz ji bo ji nû ve darizandinê, ji dadgeha têkildar re hat şandin.
Werîşa Muradî ji dozeke din jî ceza girtibû
Werîşe Muradî ji dozeke din ku bi çar girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê re dihat darizandin, ji aliyê Dadgeha Ceza ya 2’emîn a Kompleksa Dadwerî ya Orşelîmê ya li Tehranê ve şeş meh cezayê girtîgehê girt.







