Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

  • 19:06 21 Tebax 2026
  • Rojane
 
AMED - Roja yekem a şîna ji bo cangoriyên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane ya li Parka Koşuyoluyê ya Amedê hate danîn bi dawî bû.
 
Li gelek deverên Amedê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane şîn hatin danîn. Şîna ku îro saet di 08:00an de li Parka Koşuyoluyê ya Amedê hate danîn, di nava rojê bi hezaran welatî serdana malbatan kirin. Welatiyên ku serdana şînê kirin hestên xwe bi malbatan parve kirin û peyama piştevaniyê dan. Piştre Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û heyeta pê re jî serdana şînê kirin û yek bi yek sersaxî ji malbatan re xwestin. Roja yekem a şînê bi serdana hezaran welatiyan û bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.
 
Her wiha ji bo bîranîna endamên tevgerê yên di dîrok û cihên cûda yên têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li navçeyên Farqîn, Bismil û Xana Axparê yên Amedê 6 navendan şîn hatine danîn. Piştî şînên ku dê 3 rojan bidomin, dê bernameye bîranînê bê lidarxistin.