Di doza Yagmur Çoban de li gumanbar cezayê muebeta giran

  • 21:10 10 Îlon 2026
  • Hiqûq
KAYSERÎ -  Di doza mirina bi guman a Yagmur Çoban ya 17 salî de, li leşkerê ku  ji dozê dihat darizandin Fehmî Demîrkol cezayê muebeta giran hat birîn.
 
Li Kayseriyê  di doza mirina bi guman a Yagmur Çoban ya 17 salî de, li leşkerê ku ji dozê dihat darizandin Fehmî Demîrkol cezayê muebeta giran hat birîn. Heyeta dadgehê di runiştina biryarêya li 8’emîn Dadgeha Ceza Giran a Kayseriyê hat dîtin de der barê Fehmî Demîrkollu  de biryara cezayê muebetê da.
 
Dozgeriyê di mutalay axwe de daxwaza kir ku der barê Fehmî Demîrkollu de ji sûcê ‘ji qestî kuştin’ cezayê muebetê bê dayîn.
 
Dayika Yagmur Çoban, Tuba Çaoban axivî û got keça wê ne miroveke ku întîxar bike ye û got keça wê ji jiyanê hez dikir, divê edalet pêk bê.