Îlham Ehmed li Helebê bi mamosteyan re civiya
- 17:18 20 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed ku li Helebê bi mamosteyan re civiya rewşa siyasî, entegrasyona saziyên perwerdehiyê û siberoja zimanê Kurdî şîrove kirin.
Siyasetmedar Îlham Ehmede hevdîtinên xwe li Helebê didomîne. Îlham Ehmed bi mamosteyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re civiya. Di civînê de rewşa siyasî, rewşa perwerdehiyê, dosyayên girêdayî entegrasyonê û siberoja zimanê kurdî şîrove kirin.
Di civînê de rêbazên entegrekirina saziyên perwerdehiyê, rewşa mamosteyan, her wiha mîsogeriya domandina perwerdeya bi zimanê kurdî di qonaxa veguhêz re hatin nîqaşkirin.







