Îlham Ehmed li Helebê bi mamosteyan re civiya

  • 17:18 20 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed ku li Helebê bi mamosteyan re civiya rewşa siyasî, entegrasyona saziyên perwerdehiyê û siberoja zimanê Kurdî şîrove kirin.
 
Siyasetmedar Îlham Ehmede hevdîtinên xwe li Helebê didomîne. Îlham Ehmed  bi mamosteyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re civiya. Di civînê de rewşa siyasî, rewşa perwerdehiyê, dosyayên girêdayî entegrasyonê û siberoja zimanê kurdî şîrove kirin.
 
Di civînê de rêbazên entegrekirina saziyên perwerdehiyê, rewşa mamosteyan, her wiha mîsogeriya domandina perwerdeya bi zimanê kurdî di qonaxa veguhêz re hatin nîqaşkirin.