Doza derbarê mirina xwendekarê MESEM de hat taloqkirin
- 15:07 23 Îlon 2026
- Hiqûq
RIHA - Rûniştina doza xwendekarê MESEM'ê yê 15 salî Muhammed Kendîrcî ku li Hewagê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, taloqê 6ê Çileya 2027an hat kirin. Parêzeran da zanîn ku ew ê dosyayê bişopînin.
Danîşîna doza têkildarî qetilkirina xwendekarê Navenda Perwerdehiya Meslekî (MESEM) ê 15 salî Muhammed Kendîrcî ku li navçeya Hewagê ya Rihayê di atolyeya marangozan de ji aliyê Habîb Aksoy ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hate dîtin.
Kujer Habîb Aksoy, bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li rûniştinê dozê bû.
Rûniştin piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Daxwaza tevlibûnê ya Egîtîm SENê ya Riha û Dîlokê û Navenda Mafên Zarokan a Baroya Rihayê ji aliyê şandeya dadgehê ve hat redkirin.
Rûniştin bi parastina Habîb Aksoy berdewam kir. Piştre parêzerên malbata Muhammed Kendîrcî parastin kirin. Di parastinê de hate destnîşankirin ku divê li hemberî MESEMan lêpirsîn û kontroleke bibandor hebe.
Piştî parastinê doz ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyayê de taloqê 6ê Çileya 2027an hat kirin.
‘Pêvajoya dosyayê dê bê şopandin’
Parêzerên malbatê, piştî rûniştinê li ber Edliyeya Rihayê daxuyaniya çapemeniyê dan. Li ser navê Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Rihayê Delîl Beyaztaş axivî û diyar kir ku ew ê pêvajoya dosyayê bişopînin.







