Ji bo Werîşe Muradî cara duyemîn cezayê darvekirinê

  • 21:39 14 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li girtiya siyasî ya Kurd ya Rojhilatê Kurdistanê Werîşe Muradî ku li girtîgeha Evînê ya li Îranê girtiye, cara duyemîn ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê hate birîn.
 
15’emîn Dadgeha Şoreşgerî ya Tehranê  li girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ku li girtîgeha Evînê ya li Îranê girtiye cara duyemîn cezayê darvekirinê hat birîn.
 
Di  Mijdara 2024’an de heman dadgehê li Werîşe Muradî cezayê darvekirinê birî bû. Lê biryar di Kanûna 2025’an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû xerakirin û dosya ji nû ve hatibû dîtin.
 
Di doza hat dîtin de der barê Werîşe Muradî de cara duyemîn cezayê darvekirinê hat birîn.