Li Dîlokê zarokekî jiyana xwe ji dest da
- 18:16 14 Cotmeh 2026
- Rojane
DÎLOK – Li Dîlokê zarokê di çewlîga sewalan de dihat xebitandin ceyranê pê girt û jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Tîlbêşar a Dîlokê li taxa Çaybaşi zarokê bi navê Mustafa El Abbas yê 16 salî ku di çewlîka sewalan de bi bavê xwe re dixebitî, li ber maşîneya êm bê tevger hat dîtin. Bavê wî ew rakir nexweşxaneya dewletê ya Tîlbêşar. Hat diyarkirin ku ceyranê bi zarok girtiye û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Otopsiya zarok li Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê hat kirin û piştre malbatê cenazewer girt. Hat hînbûn ku wê cenazeyê bibin Sûriyeyê û defin bikin.
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) daxuyanî da û got Mustafa El Abbas di encama polîtîka bêcezahiştin û bê kontrolbûnê de jiyana xwe ji dest daye.







