Êrişê destkeftiyan dikin: Nafaka mafekî destûrî ye

  • 09:08 20 Mijdar 2026
  • Rojane
Rojîn Abay
 
STENBOL - Nûnera KCDP’ê ya Stenbolê Şîrîn Yalinçakoglu û ji Piştevaniya Mor parêzer Ece Yeşîl, da zanîn ku nefeqe ne mexduriyete, mafekî destûra bingehîne û gotin wê li dijî tundiya mêr-dewletê 25’ê Mijdarê de wê li Taksîm Tunelê bin.
 
Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) di 4’ê Hezîrana 2026’an de nefeqeya xizaniyê ya "Bêdem" a di xala 175’emîn a Qanûna Medenî ya Tirk de cih digirt û ji bo kesên piştî destberdanê bikeve xizaniyê, dihat dayîn, betal kir. Biryar di 30’ê Îlona 2026’an de hat weşandin. Hukma betalkirinê 9 meh piştî weşandina biryarê yanî di 30’ê Hezîrana 2027’an de wê bikeve meriyetê.
 
Jinên di her qadên jiyanê de têkoşîna jiyanê didin, di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Naveneteweyî wê bilind bikin.
 
Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ya Stenbolê Şîrîn Yalinçakoglu û ji Piştevaniya Mor parêzer Ece Yeşîl der barê mijarê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
 
‘Dadgeh li alî mêran biryaran didin’
 
Şîrîn Yalinçakoglu diyar kir ku piranî jin ji ber sedemên tundiya aborî, fîzîkî û psîkolojîk dest ji mêr berdidin û got: “Jinên dixwazin mafên xwe bikar bînin dikevin nav tundiyeke giran. Jin ji bo jiyana xwe û ji tundiyê xilas bibin dest ji gelek mafên xwe berdidin. Dema mijara nefeqeyê biçe dadgeha destura bingehîn, xuyaye di vir de windahiyeke maf a mezin heye. Mêr ji bo nefeqeyê nedin, di karên bi sîgorte de bixebitin jî xwe ji karên bi sîgorte derdixin û mûçeyên xwe kêm nîşan didin. Dadgeh jî li alî mêran biryaran didin.”
 
‘Nefeqe mafekî destura bingehîne’
 
Şîrîn Yalincakoglu got nefeqe ji bo jinan ne mijare rûmetê ye û berovajî vê mafekî destûra bingehîn a ji bo jin û zarokan e. Şîrîn Yalincakoglu wiha got: “Jin ji bo nefeqeya xizanî an jî îştîrakê bigirin her tim neçar dimînin bi mêrê ku dest jê berdaye re bên rû hev. Mêr dibêjin ‘ez nefeqeya te didim tu nikarî ji xeta min derkevî, bi kesekî din re bî’ û zextan dike. Jinên li dijî vê derdikevin jî ji jiyana xwe dibin. Em wek KCDP li ser xeta şêwirmendiya hiqûqî piştgiriyê didin jinan. Ji bo jin windahiya maf nejîn em berê wan didin dadgehên malbatê. Em di çarçoveya mekanîzmaya piştgiriya 6284’an de piştgiriyê didin. Em li dijî şûndeavêtina gavên DDB’ê û desthilatdariyê li qadane. Em wek KCDP’ê di 25’ê Mijdarê de wê ji bo parastina mafên xwe li qadan bin. Em hemû jinan vexwendiyê qadên 25’ê Mijdarê dikin.”
 
‘Mêr ji valahiyan fêdeyê digirin’
 
Ji Piştevaniya Mor Ece Yeşîl da zanîn ku pêvajoyên hiqûqî li ser kaxizan wekê ku jinan biparêze bên dîtin jî di pratîkê de bi astengiyên cidî re tên rû hev û got: “Mêr di dema zewacê, an dema destberdanê de malên xwe dewrê kesên sêyemîn dikin. Gelek mêr ji karê sîgorteyî derdikevin û bêyî qeyd dixebitin ku nefeqeyê nedin. Kanûnên li ser kaxizê wek jinan biparêze bê dîtin jî jinan naparêze. Di rewşên deynên nefeqeyê neyê dayînê de di pêvajoyê şopandina îcra û tazyîkê de jin gelek diwestin. Nefeqeya tê dayîn jî kême û jinan ber bi xizaniyê ve dibin. Hiqûq jinan naparêze.
 
Ji bo mafan banga têkoşînê
 
Ece Yeşîl destnîşan kir ku ew wek Piştevaniya Mord hemû jinan vexwendiyê têkoşîna rêxistinkirî dikin û  wiha bang kir: “Em 25’ê Mijdarê de li Taksîm Tunelê ne. Em hemû jinan ji bo xwedî li mafên xwe derkevin vexwendiyê têkoşînê dikin.”