‘Mafên jinan divê ne bi gotinan, lê bi garantiyên zagonan bên parastin’
- 09:13 20 Mijdar 2026
- Rojane
Rojda Aydin – Neslîhan Kardaş
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Başûrê Kurdistanê, di demekê de ku jin têkoşîna xwe ya li dijî tûndiyê, cudakarî û polîtîkayên serdestiya mêran didomînin, kêmasiya çarçoveyên zagonê, şert û mercên xebatê yên neewle, jiyana wan hêj dijwartir dikin. Endama Lijneya Rêveber a RÊPAK’ê Evîn Emîn û rojnamevan Hana Şivan bal kişandin ser tûndî û binpêkirinên mafan ên ku jin pê rû bi rû dimînin, her wiha bal kişandin ser girîngiya têkoşîna rêxistinkirî; di heman demê de banga parastina mafên jinan û berfirehkirina têkoşîneke kolektîf kirin.
Li Başûrê Kurdistanê, jin di pêvajoya biryardanê ya hemû qadên jiyanê de, li hemberî astengiyên civakî, siyasî û aborî yên demdirêj têdikoşin. Ev hewldan ji rêxistinbûna jinan û xebatên çandî bigire heta bi piştevaniya civakî û têkoşîna ji bo mafan di nava jinan de biryardariyekê nîşan didin ku ne tenê jiyana xwe, lê her wiha paşeroja civakê jî biguherînin. Jinên ku li dijî binpêkirinên mafan dengê xwe bilind dikin û torên piştevaniyê ava dikin, tevî hemû zextan jî gavekê paşve naavêjin.
Li Başûrê Kurdistanê, qetilkirina jinan wekî yek ji pirsgirêkên herî krîtîk derdikeve pêş. Di neh mehên ewil ên sala 2026’an de, 26 jin hatin qetilkirin, her wiha 29 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Nûnera kewn a Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdxanê (PADÊ) ya Silêmanî û endama Lijneya Rêvebiriya Rêxistina Peywendiyên Afretên Kurd (RÊPAK) Evîn Emîn, Rojnamevan û Seroka Rêxistina Medya û Ronakbîriya Jinan, Hana Şivan, derbarê rewşa Başûr de axivîn.
‘Êşa jinan bi dawîbûna şer re xilas nabe’
Evîn Emîn, diyar kir ku tundiya derûnî, aborî û civakî ya li dijî jinan, yek ji wan mijaran bû ku di sala borî de di rojevê de zêde nehatiye mayîn û got, “Bi gelemperî, tenê tundiya fîzîkî tê dîtin. Lê belê, zextên derûnî yên ku jin di jiyana xwe ya rojane de rûbirûyê wan dibin wekî sînordarkirina azadiya wan, dûrxistina wan ji pêvajoyên biryardanê, rûbirûbûna gefan û girêdayîhiştina wan a aborî gelek kêmtir tên nîqaşkirin. Ji wê ezmûna ku me di xebatên xwe yên têkildarî Şengal û jinên Êzidî de bi dest xistiye, em dizanin ku êşên jinan bi dawîbûna şer re bi dawî nabin. Bandorên derûnî, civakî û aborî bi salan berdewam dikin. Divê jin ne tenê wekî mexdûr bên nîşandan; divê ew wekî kesên xwedî hêz, xwedî biryardanê û xwedî kapasîteya pêkanîna guhertinê bên naskirin”
‘Divê jin neçar neyê hiştin’
Evîn Emîn da zanîn dema jinekê li dijî tûndiyê parastin bixwaze an jî serî li dadê bide, bi qonaxên civakî û astengiyên zagonî re rûbirû dimîne û wiha domand, “Gelek jin nikarin bi awayekî azad behsa wê tundiyê bikin ku lê bûne qurbanî. Dema ku daxwaza dadê dikin jî, bi derengketinan, lihevkirinên bi darê zorê, kêmbûna mekanîzmayên parastinê û nebûna piştevaniya aborî û derûnî re rûbirû dimînin. Li Herêma Kurdistanê zagona hejmara 8’ê heye ku di sala 2011’an de ji bo têkoşîna li dijî tûndiya nav malbatê hatiye derxistin. Lê ya girîng ew e ku ev zagon bi awayekî bi bandor bê bicîhanîn. Divê jin ji bo ku bigihîje mafên xwe, neçar neyê hiştin ku di navbera ewlehî û dadê de hilbijartinekê bike.”
‘Divê jin xwedî gotin bin’
Evîn Emîn teqez kir ku şer û operasyonên leşkerî bandorê li jiyana civakî û derûnî ya jinan jî dikin, got ku li herêmên sînor jin di warê koçberî, windakirina çavkaniyên debarê û gihîştina xizmetên perwerde û tenduristiyê de pirsgirêkan dijîn. Evîn Emîn bi bîr xist ku piştî êrişên DAÎŞ’ê yên li Şengalê jinên Êzidî trajediyeke mezin jiyane û wiha axivî: “Ev yek nîşan da ku şer çawa dikare jiyana jinan, malbatan û nifşên pêşerojê biguherîne. Divê di hemû pêvajoyên aştiyê û mekanîzmayên biryardanê yên têkildarî ewlehiya herêman de jin xwedî gotin bin.”
‘Rêxistinbûna jinan pêwîst e’
Evîn Emîn bal kişand ser wê yekê ku jin di mekanîzmayên biryardanê yên siyasî û civakî de bi têra xwe nayên temsîlkirin û diyar kir ku gelek caran biryarên têkildarî jinan bêyî beşdariya jinan tên girtin. Evîn Emîn anî ziman ku rêxistinbûna jinên Êzidî ya li Şengalê ezmûneke girîng e û ev tişt got, “Rêxistinbûna jinan ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên îroyîn, her wiha ji bo perwerdekirina nifşekî nû ya jinan ê xwedî biryar û serbixwe jî pêwîst e.”
Evîn Emîn destnîşan kir ku têkoşîna jinan di salên dawî de mijara tundiyê zêdetir xistiye rojevê û bi lêv kir ku divê guherîna rastîn bi şopandina wê ya di jiyana rojane ya jinan de bê pîvan. Evîn Emîn wiha axivî: “Ku jinek bikaribe bêyî tirs daxwaza mafên xwe bike, bi awayekî azad beşdarî jiyana siyasî û civakî bibe û dengê wê di biryaran de bê bihîstin, nîşaneya guherîna rastîn e.”
Bangawaziya têkoşîna hevpar a jinan
Evîn Emîn di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bang li hikûmetê, saziyên hiqûqî, parlamentoyê û rêxistinên civaka sivîl kir, xwest ku zagonên parastina jinan bên bicîhanîn, kiryarên tûndiyê bêceza neyên hiştin û mekanîzmayên parastinê bên xurtkirin. Evîn Emîn teqez kir ku divê jin di pêvajoyên aştî û ewlehiyê de jî cih bigirin.
Evîn Emîn bal kişand ser girîngiya avakirina tora têkoşînê ya hevpar a di navbera jinên Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê de û wiha got: “Divê jinên li hemû parçeyan bikaribin tecrûbeyên xwe parve bikin, dengê hev bilind bikin û li ser bingeha maf û azadiyan hevkariyê bikin. Em bi wergirtina hêzê ji dirûşma xwe ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkoşîna xwe didomînin.”
Evîn Emîn diyar kir ku jin ne tenê dixwazin ji tundiyê bên parastin, lê dixwazin xwediyê çarenûsa xwe bin û anî ziman ku azadiya jinan pîvana azadiya tevahiya civakê ye.
‘Rêxistinên yasayî nayên kirin’
Rojnamevan û Seroka Rêxistina Medya û Ronakbîriya Jinan, Hana Şivan jî diyar kir ku bi taybetî di salên dawî de jin ji bo ku bikaribin beşdarî jiyana kar bibin, neçar dimînin ku di sektora taybet de bixebitin û got ku di vî warî de rêxistinên zagonî yên têrker nînin ku maf, şert û mercên xebatê yên jinan misoger bikin. Hana Şivan da zanîn ku wekî sazî, ew ji bo hilberandina çareseriyan ji bo pirsgirêkên ku jin dijîn xebatan dimeşînin.
‘Divê yasayên li dijî jinan ji nû ve bên nirxandin’
Hana Şîvan da zanîn ku êrişên DAÎŞ’ê di jiyana jinan de şopên kûr hiştine û bal kişand ser wê yekê ku rêxistinên zagonî yên li Başûrê Kurdistanê jî bandoreke neyînî li mafên jinan dikin.
Hana Şîvan anî ziman ku Zagona Rewşa Kesane ya ku di sala 2025’an de li Iraqê hatiye pejirandin, encamên li dijî jinan derxistine holê û wiha domand, “Wekî saziyên jinan û rêxistinên civaka sivîl, em li hemberî van pêşketinan hêj di asta ku em dixwazin de têkoşîneke hevpar û xurt nameşînin. Divê Zagona Têkoşîna li Dijî Tundiya Malbatî ya li Beramberî Jinan û Zagona Rewşa Kesane ji nû ve bên nirxandin û bên guhertin.”
Hana Şîvan da xuyakirin ku zagona tundiya malbatî jî bi rewşa xwe ya niha ne têrker e û got ku divê çarçoveya wê bê berfirehkirin û hemû şêweyên tundiya malbatî bên pênasekirin. Hana Şîvan da zanîn ku li herêmê her sal di navbera 50-60 jin bi navê “namûsê” tên qetilkirin û anî ziman ku hin biryarên dadgehan ên di mijarên mîna nafaka û mîratê de jî jinan mexdûr dikin.
‘Divê şîdeta derûnî û elektronîk jî bên pênasekirin’
Hana Şîvan bal kişand ser valahiyên zagonî yên derbarê tundiya derûnî û elektronîk a li dijî jinan û diyar kir ku cezayên li hemberî tundiya fîzîkî tên sepandin jî her tim ne têrker in. Hana Şîvan got ku tundiya derûnî her ku diçe zêdetir derdikeve pêş lê di vî warî de cezayên têrker nînin û tekez kir ku şîdeta elektronîk jî rasterast bandorê li jiyana jinan dike. Hana Şîvan da zanîn ku divê ev şêweyên şîdetê di yasayan de bi awayekî zelal bên pênasekirin û cezayên wan bên diyarkirin.
Hana Şîvan da zanîn ku jin di warê aborî de jî bi pirsgirêkên cidî re rûbirû dimînin û got ku bi taybetî jinên ciwan di dîtina kar de zehmetiyan dikişînin. Hana Şîvan destnîşan kir ku bi hezaran jinên ku xwendina xwe ya zanîngehê temam kirine bêkar dimînin û diyar kir ku jinên di sektora taybet de dixebitin jî bi saetên dirêj, bi mûçeyên kêm û di şert û mercên bêewle de tên xebitandin. Hana Şîvan da zanîn ku ewlehiya kar, sîgortaya tenduristiyê û mafên xebatê yên jinan bi têra xwe nayên parastin û bal kişand ser wê yekê ku keda jinan tê bêqîmetkirin.
Hana Şîvan diyar kir ku di warê çapemeniyê de jî ji bo ku jin bikaribin di şert û mercên ewle û wekhev de bixebitin pêdivî bi çarçoveyên zagonî heye, got ku divê gavên ku pêşketina pîşeyî ya jinan piştgirî dikin û astengiyên di jiyana kar de ji holê radikin bên avêtin.
‘Jinên Kurd di seranserê dîrokê de pêşengiya berxwedanê kirine’
Hana Şîvan anî ziman ku di sala 2011’an de ji bo derxistina zagona hejmara 8’ê bi saziyên jinan û parlementerên jin re têkoşîn meşandine, anî ziman ku vekirina Saziya Têkoşîna li Dijî Tûndiya Malbatî yek ji encamên girîng ên vê têkoşînê bûye. Hana Şîvan got ku divê saziyên jinan îro jî têkoşîneke rêxistinkirî û bi biryar bimeşînin.
Hana Şîvan teqez kir jinên Kurd di seranserê dîrokê de pêşengiya berxwedan û têkoşînê kirine, diyar kir ku parastina mafên jinan di heman demê de tê wateya parastina mafên civakê û gelê Kurd.
Bangawaziya têkoşîna hevpar
Hana Şîvan di dawiya axaftina xwe de got ku ew têkoşîna jinan a ku li Bakur tê meşandin ji nêz ve dişopînin, kêfxweşiya xwe ya ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk anî ziman. Hana Şîvan anî ziman ku divê hevgirtina di navbera jinên Başûr û Bakur de bê xurtkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xurtkirina yekîtiya civakî û pêşengiya jinan ji bo vê yekîtiyê girîngiyeke mezin heye. Niha ya girîng ew e ku em vê yekîtiyê mezin bikin, xurt bikin û têkoşîna hevpar ber bi pêş ve bibin.”







