Dayikên Aştiyê: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

  • 09:09 20 Mijdar 2026
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê balkişandin ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kirin ku di şexsê Newroz Bozkurt û Evîn Zapsu de divê hemû girtî bên berdan û gotin: “Ji girtîgehan cezane derdikevin. Divê wezareta dadê demildest bikeve tevgerê.”
 
Bertekên li dijî astengkirina tahliye û dermankirina girtiyên nexweş didome. Endamên Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Bedîa Gokguz, Cemîle Çîftçî û Guler Bugday der barê mijarê de axivîn û gotin divê demildest girtiyên nexweş bên berdan.
 
Dayika Aştiyê Bedîa Gokguz bertek nîşanê netahliyekirina girtiyên nexweş da û got: “Tiştên tên jiyîn wijdanan birîn dike. Êdî xewên şevan li me heram bûne. Bi hezarna girtiyên nexweş nayên tahliyekirin. Girtiyên nexweşên giran yên pençeşêrê hene. Ev wijdaneke çawaye? Behsa aştiyê dikin. Ev çawa aştiye? Tenê aliyê me gav avêt. Yek alî nabe. Çima ew jî navêjin çima girtiyan bernadin. Em çawa bawer bikin? Ka pêvajo? Bila me nexapînin, em ne pêlîstokên kesî ne. Bila dawî li ferzkirina poşmaniyê bînin. Bila girtî bên berdan. Bila cenaze ji girtîgehan dernekevin. Divê şexsê Newroz û Evînê de hemû girtiyên nexweş bên berdan. Divê tu kes bêdeng nemîne. Divê Wezareta Dadê û merciyên têkildar bikevin dewrê.”
 
Ne tahliye ne dermankirin
 
Dayika Aştiyê Cemîle Çîftçî jî da zanîn ku birayê wê 29 sale girtiye, tevî nexweşiyên wî nayê berdan û got: “Ez banga yekitiyê li xizmên girtiyan dikim. Mafên jiyana zarokên me ji destê wan hatin girtin. Divê  malbat xwedî li zarokên xwe derkevin û bibin yek. Divê zarokên me ya bên dermankirin yan jî bê tahliyekirin. Keça Dayika Sultan, Newroz Bozkurt nexweşa girane. Niha rakirina nexweşxaneyê. Em bi salane dibêjin zarokên me berdin, ji bo girtiyan gavê bavêjin. 
 
Dayika Aştiyê Guler Bugday jî wiha anî ziman: “Bi hezaran girtî ji bo dengê xwe bidin bihistin têdikoşin. Divê deriyên girtîgehan bê vekirin. Em bi şev û roj dibêjin. Girtiyên nexweş berdin. Em bi salane têdikoşin. Em dîsa bang dikin. Divê her kes xwedî li girtîgehan derkevin û li gorî rihê pêvajoyê tevbigerin.”