Forûma Aştî û Azadiya Civakî bi komxebat û pêşangehê didome

  • 15:58 13 Gulan 2026
  • Rojane
AMED - Di roja duyemîn a Foruma Aştî û Azadiya Civakî, de gelek komxebat hatin lidarxistin û “Pêşangeha Aştî û Azadiya Civakî” ku berhemên 32 hunermendan lê tên nîşandan, didome.
 
Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, di roja duyemîn de didome. Di çarçoveya bernameyê de li navçeya Sûrê meşek hate lidarxistin, bi mijarên cur bi cur li deverên cuda yên bajêr komxebat tên lidarxistin û “Pêşangeha Aştî û Azadiya Civakî” ku berhemên 32 hunermendan lê tên nîşandan didome.
 
Di pêşangehê de berhemên 32 hunermendan ên li ser mijarên bîra civakî, aştî, azadî, xweza û nasnameyê tên nîşandan. Hunermendan bi teknîkên cuda mijarên wekî aştî, ekolojiya civakî, mafên jinan û nasnameyê pêşkeş kirine. Bi taybetî enstalasyona hunermend Fûnda Coşkûn a bi navê “Li ser kevirên li ser hev hatine danîn”, wekî nîşaneya avakirina jiyaneke nû û hevpar bal kişand dikişîne ser xwe.
 
Di çarçoveya bernameya forûmê de dê êvarî saet di 19.00an de dê li Eywana Mehmet Emîn Yalçinkaya ya li Çand Amedê lîstika Jîn (Jinên Azad) bê lîstin û dû re dê gotûbêjek bê lidarxistin. Her wiha di heman saetê de dê li Eywana Sînemayê ya Çand Amedê belgefîlma “Kerboran” bê nîşandan.