Mamostayên Rojhilat: Şoreşa Jîna bilindbûna dengê civakê bû
- 12:26 14 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Encûmena Pîşeyî ya Mamosteyên Kurdistan li Rojhilatê Kurdistanê di çaremîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û serhildana şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate ragihandin: “Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê bersivek ji bo qetilkirina Jîna Emînî bû, her wiha kurteya komek daxwazên civakî bû. Şehîdbûna Jîna Emînî bû ew çirûska ku beşeke berfireh ji civaka Îranê rijand ser rê û kolanan, şoreş ji çarçoveya nerazîbûneke demkî yan herêmî derket, bû şoreşeke berfireh ji bo azadî, rûmeta mirovî, wekhevî û mafên netewe û pêkhateyên cuda yên civakê.
Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê dirûşmeyeke nerazîbûnê bû. ‘Jin’ sembola rûbirûbûna cudakarî û desthilatdariya baviksalarî, ‘Jiyan’ raderbirîna daxwaza rûmet, ewlehî û mafê hilbijartinê û ‘Azadî’ jî nîşaneya daxwaza rizgariya kes û civakê ji çewsandin û sepandinê bû. Şoreşê hêza avakirina hevpeymanî û yekîtiyê di navbera komên civakî û herêmên cuda de nîşan daye.
Rola jin û ciwanan di berxwedana li dijî hîcaba bi darê zorê û kontrolkirina laş û jiyana jinan di çarçoveya Şoreşa Jînayê de, bû beşek ji berxwedana medenî ya berfirehtir.
Bêdengkirin û zordariya li ser daxwazên civakî tu carî pirsgirêkan çareser nake, berovajî wan aloztir dike û lêçûnên mirovî û madî zêdetir dike. Ji bo avakirina pêşerojeke aram, pêwîste rêxistina medenî, diyaloga berfirehtir, pejirandina raman û nêrînên cuda û dabînkirina mafên wekhev ên hemû welatiyan bibin bingeha guhertinan.”
Di 16’yê Îlona 2022’yan de, piştî şehîdbûna Jîna Emînî ya ji Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê polîsên qaşo exlaqî yên rejîma Îranê ve, şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpê kir. Ev serhildan di serî de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê destpê kir, lê piştre erdnîgariya Îranê û cîhanê xist bin bandora xwe û xwepêşanderan bi hev re dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz dikirin.







