Di 20 saliya Konferansa Kurd de 20 daxwaz
- 11:42 16 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Kurd ku ji aliyê EUTCC ve cara 20'emîn hate lidarxistin, bi 20 daxwazên ji bo aştî û demokrasiyê bi dawî bû.
Komîsyona Welatiyan a Tirkiye Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) bi hevkariya Koma Çep, Tifaqa Kesk/Ewropa ya Azad (GREENS/EFA) û Tifaqa Pêvşerû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D) cara 20'emîn li Parlamenta Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê di 14-15'ê Cotmehê de lidar xist.
Encamnameya konferansa navneteweyî ya bi sernavê "Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd" hate eşkerekirin û hate ragihandin ku konferans bi serketî qediya.
Di encamnameyê de hate gotin, "Konferansa EUTCC a 20'emîn demokrasî, mafên mirovan, serweriya hiqûqê, çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û karê 20 salan ê ji bo paşeroja Tirkiyeyê ya li Ewropayê nirxand."
Encamnameyê bi vî rengî dewam kir: "EUTCC di sala 2004'an de ji bo bi çavekî rexnekirinê li tevlîbûna Tirkiyeyê ya li nava Yekîtiya Ewropayê binihere ava bû û li gel bîst salên di ser re derbas bûne hîn jî girîngiya xwe dewam dike.
Konferans destnîşan dike ku Tirkiye hîn jî bi tercîheke demokratîk a bingehîn re rû bi rû ye. Di heman demê de pêvajoya heyî ya ku dixwaze dawî li şerê çekdarî bîne û çareseriyeke siyasî ji pirsgirêka Kurd re bibîne, firsendeke dîrokî pêşkêş dike. Banga Abdullah Ocalan a Sibata 2025'an, fesixkirina PKK'ê û banga ji bo civaka demokratîk pêşî li perspektîfeke nû vekir."
20 daxwazên ji bo aştî û demokrasiyê
Ji ber vê yekê EUTCC bang li Yekîtiya Ewropa, dewletên endam, Konseya Ewropayê û saziyên li Tirkiyeyê kir ku van 20 gavên li jêrê hatine destnîşankirin biavêjin:
1- Aştiya bi rêya diyaloga siyasî: Divê pêvajoya aştiyê xwe bispêre garantiyên hiqûqî û demokratîk û bi vî rengî dewam bike.
2- Dawîanîna li tecrîda li Îmraliyê: Divê têkilî û xwegihandina Abdullah Ocalan bêyî astengî bê garantîkirin.
3- Azadiya Abdullah Ocalan: Mafên bingehîn ên siyasî, hiqûqî û ragihandinê yên Abdullah Ocalan bêyî derengmayinê bêne naskirin. Tevlîbûna wî bi rengekî azad li pêvajoya aştiyê ji bo serketina pêvajoyê esasî ye.
4- Bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê: Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, mafê hêviyê jî di nav de divê hemûyan bêkêmasî û bêyî derengketinê bi cih bîne.
5- Derxistina PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê: Ji bo xurtkirina pêvajoyeke aştiyê ya daîmî divê Yekîtiya Ewropa bicihkirina PKK'ê ya li lîsteya rêxistinên terorê ji nû ve binirxîne û rêxistinê ji lîsteyê derxîne.
6- Avakirina hîmên hiqûqî yên pêvajoya aştiyê: Hikumet û parlamenta Tirkiyeyê ji bo çareseriyeke siyasî ya mayinde divê hîmên bingehîn ên destûra bingehîn û hiqûqî yên pêwîst bi lez ava bikin.
7- Berdana girtiyên siyasî: Kesên ku ji ber karên xwe yên siyasî, karên rojnamevaniyê yan jî parêzvaniya mafên mirovan ketine ber lêpirsînê yan jî hatine girtin bêne berdan.
8- Partiya partiyên demokratîk: Mafê rêxistinbûna siyasî û temsîla li parlamentê divê bê garantîkirin. Divê partî bi qedexe, lêpirsînên ceza yan jî tedbîrên îdarî ber bi qada derveyî siyasetê ve neyên dehfdan.
9- Dawîanîna li tayînkirina qeyûman: Pêwîste şaredarên ku bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin bi rengekî azad li wezîfeya xwe bêne vegerandin. Dawî li kiryara qeyûm a bi rêk û pêk bê anîn.
10- Xurtkirina serweriya hiqûqê: Serxwebûna dadgeriyê, mafê darizandina adîl, cudahiya hêzan û serxwebûna dadgeh û dozgeran ji nû ve bê avakirin.
11- Reforma destûra bingehîn a demokratîk: Ji bo wekheviya welatiyên li Tirkiyeyê, ewlekirina pirrengiya civakê, parastina mafên zimanî, çandî, siyasî yên hemû beşên civakê pêwîstî bi peymaneke civakî ya demokratîk a nû heye.
12- Naskirina Kurdan weke welatiyên xwedî mafên wekhev: Divê ziman, nasname û çanda Kurd bi temamî bêne naskirin û parastin. Çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd tenê li ser bingeha wekheviyê dikare pêk were.
13- Jin weke hêza esasî ya aştiyê: Divê jin bi rengekî wekhev beşdarî her qonaxa pêvajoya aştî û civaka demokratîk bibin. Konferans bi taybetî rola esasî ya jinên Kurd a li nava tevgerên demokrasî û aştiyê yên li herêmê destnîşan dike.
14- Parastina civaka sivîl û medyayê: Pêwîste rojnamevan, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan û saziyên civakî yên sivîl karibin dûrî zexta dewletê karê xwe bikin.
15- Dawîanîna li hebûna leşkerî ya li derveyî sînor: Divê Tirkiye dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriye û Herêma Kurdistanê ya Iraqê bîne, hurmetê nîşanî hiqûqa navneteweyî bide.
16- Ji bo Sûriyeyê çareseriya demokratîk: Yekîtiya Ewropa di sîstema siyasî ya paşerojê ya Sûriyeyê de piştgiriyê dide pêvajoyeke siyasî ku pirreng û beşdariya hemû beşê civakê nas dike û garantî dike.
17- Naskirina Kurdan weke aktorên siyasî: Yekîtiya Ewropa û dewletên endam, di lêgerîna li aramî û aştiya li Rojhilata Navîn de Kurdan û nûnerên wan ên siyasî weke aktorên rewa tevlî pêvajoyê bikin.
18- Polîtîkaya nû ya Ewropayê ya têkildarî Tirkiyeyê: Yekîtiya Ewropa divê berjewendiyên xwe yên têkildarî koçberî, bazirganî, ewlekarî yan jî enerjiyê nede pêşiya mafên mirovan û demokrasiyê. Divê têkiliyên bi Tirkiyeyê re bi şertê pêşketina li qadên serweriya hiqûqê, mafen mirovan û tevlîbûna demokratîk ve bê girêdan.
19- Vekirîhiştina perspektîfa Ewropayê: EUTCC careke din piştrast dike ku divê Tirkiye bi rengekî demokratîk xwedî paşeroja Ewropayê be. Perspektîfeke endametiya Yekîtiya Ewropayê ya cihê baweriyê dikare ji bo reform, aştî û demokratîkbûnê bibe hêza dehfdanê.
20- Piştgiriya Ewropayê ya ji aştî û demokrasiyê re: EUTCC bi wesîleya salvegera 20'emîn a damezrandinê bang li Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê dike ku piştgiriyê bide hewldaneke navneteteweyî ya berfireh a ji bo serweriya hiqûqê, demokrasî û aştiyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn.
EUTCC diyar kir ku bawerî û biryardariya ku beriya bîst salan bû bingeha avabûna wê, îro jî bi heman girîngiya xwe dewam dike û got, "Mercên dîrokî yên heyî firsendeke nû pêşkêş dike. Şerê ku bi dehan sal in dewam dike dikare şûna xwe ji pêvajoyeke veguherîna demokratîk û aştiyê re bihêle. Ji bo vê jî li Tirkiyeyê pêwîstî bi wêrekiyê, li Yekîtiya Ewropayê jî pêwîstî bi nîşandana helwesteke li gorî pîvan, cihê baweriyê û bi bandor heye.
Ji ber vê yekê Konferansa EUTCC a 20'emîn bang li hêzên demokratîk ên li Tirkiye, Ewropa û Rojhilata Navîn hemûyan dike ku vê firsenda dîrokî binirxînin.
Ji bo aştiyê pêwîstî bi diyalogê heye. Ji bo demokrasiyê jî azadî divê."







