Di hefteya borî de xebatên têkoşîna jinan

  • 12:36 16 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarên jin anîn ziman ku li Sûriyeyê êrişeke siyasî li ser jinan heye û destûr nadin ku jin tev li pêvajoya entegrasyona demokratîk bibin.
 
Êriş di aliyê siyasî û civakî de li ser jinan tê kirin, ya girîng li hemberî van êrişan helwestê jinan çi ye û çawa tevdigerin. Di hefteya borî de li Rojava, Bakur, Rojhilat, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê jinan bi rêbazên siyasî û aştiyane daxwaza mafên xwe kir.
 
Kombûna Cihêrengî û Jinan a Pirneteweyan a Navneteweyî ya 39'emîn ji aliyê 300 rêxistinên xwecihî li bajarê Cordoba yê Arjantînê hate lidarxistin, bi sed hezaran jinên ji herêmên cuda yên Latîn Amerîkayê li hev civiyan.
 
Li gor nûçeya ANHA'yê Heyetek ji tevgera jinên Kurd li gel tora femînîst a Abya Yalayê beşdarî civîna li ser enternasyonalîzmê bû. Heyet beşdarî panela "Pratîkên Şoreşgerî" û nîşandana fîlmê In Search  of Alina (Di dema lêgerîna li Alina de) bû. Di çalakiyan de jinên Kurd tecrûbeyên xwe, şoreşa jinê ya li Rojava, têkoşîna gerîlayên jin a li çiyayên Kurdistanê û girîngiya piştevaniya navneteweyî vegot. Di kombûnê de dirûşma "Pirnetewe, pir netewe; Ji Abya Yala heta Kurdistanê!" hate qîrîn.
 
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê Foruma MERIyê ya 2026an hate lidarxistin. Di Forumê de endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Gel a Sûriyeyê Îlham Ehmedê têkildarî rewşa jinan di pêvajoya entegrasyona demokratîk de axivî û got: “Tecrubeya Birêvebiriya Xweser ji bo beşdariya jinan a di qadên jiyana giştî, siyasî û aborî de modelekî pêşeng pêşkêş kir. Lê îro dema hêzên leşkerî û saziyên Birêvebiriya Xweser tev li saziyên dewletê dibin, em dibînin ku di rola jinan de paşketineke berbiçav heye. Em vê yekê wekî astengiyeke li ber beşdariya jinan ya di navendên biryardanê de dibînin.”
 
Konferansa Kurd 14'ê Cotmehê li Parlamenta Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê hate lidarxistin. Rûniştina sêyemîn a konferansê bi sernavê "Jinên ku paşerojê ava dikin: Li Rojhilata Navîn veguherîna demokratîk, yekîtiya Kurdan û aştî" hate lidarxistin.
 
Di vê rûniştinê de Îlham Ehmed got "Li her qada jiyanê jin bi roleke girîng a civakî rabûn. Tevkarî li avakirina jiyana civakî û azad kirin. Ji aliyê paşeroja Sûriyeyê ve bi roleke girîng rabûn. Nirxên demokratîk û civakî ava kirin. Lê belê di nava mercên nû yên siyasî yên li Sûriyeyê de nediyar e bê gel wê karibin destketiyên xwe yên xwerêveberiyê biparêzin an na."
 
Di vê hefteyê de têkildarî tevgerkirina jinan yek ji mijarên herî girîng jî hatina şandeya jinan a Bakurê Kurdistanê li Rojava ye.
 
Şande ji Heveroka Şaredariya Mezin a Mêrdînê û Hevberdevka Komîteya Dîplomasî ya Rêveberiyên Xwecihî Devrem Demîr, Hevseroka Şaredariya Navçeya Yenî Şehîr a Amedê Sfiya Akadax, Hevseroka Şaredariya Navçeya Farqîn a Amedê Sevîm Bîcîcî, Hevseroka Şaredariya Tetwan Belgîze Bîştaş Îboz Demîr û Endama Komîteya Dîplomasî Rûken Demîr pêk dihat.
 
Şande li herêma Cizîrê û Kobanê serdana sazî û Pakrewangehên Şehîdan kir û di serdanên xwe de anî ziman ku her wextî pêdiviya Bakurê û Rojavayê Kurdistanê bi dan û standinê heye û bi hev re bibin alîkar.
 
Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 2026an da hiqûqnas û parazvana mafên mirovan Navanethem “Navî” Pîllay wergirt.
 
Roja sêşemê (16`ê cotmehê 2026) kesê bi navê Nasir Tariq Atiya li taxa Xiwêran a Hesekê destdirêjî li wêneyên şehîdên jin kir. Li hemberî vê destdirêjiyê berteka jinan û civakê derket.
 
Berdevka Kongra Star Gulistan Gulo got: "Kesên li Hesekê tevlîheviyê dikin û destdirêjî li wêneyên şehîdên jin kirin, çete ne."
 
Gulîstan Gulo di hevdîtina xwe ya bi ANHA`yê li ser navê tevahî jinan hikûmeta veguhêz berpirsyar dît û daxwaz kir ku bûyerên Hesekê werin lêkolînkirin û qanûnî hesab ji kesên destdirêjî li nirxên gel dikin, werin cezakirin.
 
Li Îranê jî çalakiya `Sêşemê, Na ji darvekirinê re` didome û gelek girtiyên jin cihê xwe di çalakiyê de digirin.
 
Sîstema Îranê di vê hefteyê de cara duyemîn cezayê darvekirinê li çalakvana siyasî ya Kurd û endama KJAR’ê Werîşe Murad birî.
 
Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) jî daxuyaniyek da û ji nû ve sepandina cezayê darvekirinê ya li dijî endama KJAR’ê Werîşe Muradî, şermezar kir.