YCK-KURD Konferansa Herêma Botanê li Nisêbînê li dar xist
- 15:45 29 Mijdar 2026
- Rojane
MÊRDÎN - YCK-KURD, beriya kongreya xwe ya damezrîner a ku dê 13ê Mijdarê li Amedê were lidarxistin, li Nisêbînê Konferansa Herêma Botanê pêk anî.
Yekitiya Ciwanên Komunalîst a Kurd (YCK-KURD) , beriya kongreya xwe ya damezrîner li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Konferansa Herêma Botanê li dar xist. Ciwanên tev li konferansê bûn dema ketin eywana konferansê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehîd namirin” berz kirin. Li eywanê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Dema hevdîtina bi ruhê ciwanên komînalîst a bi serokatiya azad re”, “Hêza me yekitiya me ye, bijî ciwanên Botanê”, “Yek deng yek dil yek paşeroj, paşeroj bi destê ciwanan e” û “Ji vejîneke yek gav ber bi azadiyeke hezar gav”, “Ciwanan dest pê kir, ciwan dê bi ser bikevin” û “Bi ciwaniya rêxistinkirî ber bi serokatiya azad ve” hatin daliqandin.
Piştî ku deqeyek rêz hat girtin, konferans bi nîşandana sînevîzyonê dest pê kir. Piştî pêşandana sînevîzyonê axaftina vekirinê endama YCK-KURDê Tuba Çelîk kir û wiha got: “Beriya 10 salan dema ku ciwan rêxistinkirî bûn, me li Bakurê Kurdistanê li dijî madeyên hişber û fihûşê herî xurt li ber xwe dida. Lê di van 10 salên dawî de bi polîtîkayên şerê taybet hat xwestin ku ciwanên Kurd ji çand û nirxên xwe yên civakî werin dûrxistin. YCK-KURD li dijî van polîtîkayan ji bo ku bi awayekî xurt û rêxistinkirî bibe bersiv, hat damezrandin.”
‘Weke jinên ciwan em ê bi ruhê felsefeya Jin Jiyan Azadî tevbigerin’
Tuba Çelîk da zanîn ku hedefeke din a polîtîkayên şerê taybet jî jinên ciwan in û wiha berdewam kir: “Bi taybetî ji bo ku jinên ciwan li derveyî têkoşîna civakî bimînin, xebateke mezin hat meşandin. Em ê jî bi vê têgihiştinê, bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ wekî Jinên Ciwan ên Komunîst ên Kurd bi awayekî xurtir bibin bersiv.”
‘Ciwan siberoja me ne’
Piştî ku axaftina vekirinê bi dawî bû, li ser pêdivî û armancên damezrandina YCK-KURDê hat axaftin û ciwanan pirsgirêkên ku li herêmê rastî wan tên û xebatên rêxistinkirinê nirxandin. Piştre Dayika Aştiyê Perîhan Altug axivî û wiha got: “Ciwan siberoja me ne; ev têkoşîn bi ciwanan dest pê kir û dê bi ciwanan bi dawî bibe. Divê em her tim xwedî li ciwanên xwe derkevin. Em bawer dikin ku aştî û dadwerî dê bi saya pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin û bi xebata ciwanan bê.”
Piştre nameya Fatma Aslan û Dîlan Aslan ên ku di dema Şerê Xweseriyê de li Nisêbînê de hatibûn girtin û niha li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê dimînin hat xwendin. Name ji aliyê endama YCK-KURDê Lorîn Aryen Turgut ve hat xwendin.
Konferans bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.







