Piştevaniya ji bo girtiyên nexweş dewam dike

  • 15:57 29 Mijdar 2026
  • Rojane
ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Kamuran Tanhan ku di çalakiya ji bo girtiyên nexweş de axivî, bi lêv kir ku faîlê girtiyên nexweş ku di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin dewlet e û got ku heta girtiyên nexweş werin berdan ew dê çalakiya xwe bidomînin.
 
Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û xwe gihandina mafê tenduristiyê, li ber Wezareta Dadê dabûn destpêkirin, di roja 13an de didomînin. Parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de girse bênavber dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kir. Çalakî bi daxuyaniyê dest pê kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê deriyên girtîgehan bi berxwedanê vekin” hat vekirin.
 
Hevserokê ÎHDê yê Enqereyê Omer Faruk Yazmaci ku di daxuyaniyê de axivî, da zanîn ku girtiya nexweş Havva Ak ku nexweşa pençeşêrê ye û pençeşêr hemû laşê wê belav bûye jî nayê berdan.
 
Omer Faruk Yazmaci diyar kir ku girtiyê nexweş Botan Karsu ku li girtîgeha Wanê ragirtiyê jî tevî rapora ATKê ya nikare di girtîgehê de bimîne jî nayê berdan û got ku heta hemû girtiyên nexweş werin berdan ew dê çalakiya xwe bidomînin.
 
‘Sedema mirina girtiyên nexweş dewlet e’
 
Parlamenterê DEM Partiyê Kamuran Tanhan jî ragirtina girtiyên nexweş di girtîgehê de wek şerma dewletê pênase kir û wiha got: “Em bi salan in ji bo berdana girtiyên nexweş têdikoşin. Dayikên me ji bo berdana girtiyên nexweş gelek caran bi zextên girtinan re rû bi rû man. Gelek girtiyên nexweş ku berdana wan hat astengkirin jiyana xwe ji dest dan. Sedema van mirinan hûn in. Faîl hûn in.Em ê jî têkoşîna xwe bilind bikin.”
 
Piştî axaftinan girse dest bi çalakiya nobedê kir.