ÎHD'ê ji bo girtiyên nexweş pêşniyara çareseriyê ya 7 xalî pêşkêş kir

  • 16:41 29 Mijdar 2026
  • Rojane
ANTALYA - ÎHD'ê ku rapora xwe ya têkildarî mafên jiyan û tenduristiyê yên girtiyên nexweş aşkere kir, pêşniyara çareseriyê ya 7 xalî pêşkêş kir.
 
Komîsyona Navendî ya Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), xebata xwe ya bi sernavê “Girtiyên Nexweş li Girtîgehên Tirkiyeyê: Standardên Navneteweyî, Hiqûqa Navxweyî û Pêşniyarên Guhertina Qanûnan” ku derbarê mafên jiyan û tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê tên ragirtin amade kiribû, bi raya giştî re parve kir. Di civîna çapemeniyê ya ku li oteleke li Antalyayê hat lidarxistin de, naveroka raporê ji aliyê Hevberdevka Komîsyona Navendî ya Girtîgehan a ÎHD'ê Parêzer Nazli Turan ve hat aşkerekirin. Nazli Turanê pirsgirêkên girtiyên nexweş di gihîştina tedawiyê de, astengiyên di sepandinên taloqkirina înfazê de, rola Saziya Tiba Edlî (ATK) di pêvajoyên biryardanê de û sepandinên cudakar ên di rêziknameyên qanûnî nirxand.
 
Nazli Turanê destnîşan kir ku mirinên li girtîgehan qewimîn nikarin wekî bûyerên munferît bên nirxandin û destnîşan kir ku pêşnûme û sepandinên heyî veguherîne krîzeke binyadî ya mafên mirovan ku mafê jiyanê dixe bin gefê. Nazli Turanê her wiha behsa rewşa girtiyên nexweş ên giran Newroz Bozkurt û Evîn Zapsu kir û got ku biryarên taloqkirina înfazê pirî caran piştî ku rewşa tenduristiyê digihîje asteke krîtîk û bertekên xurt ên raya giştî çêdibin dikarin bên girtin û vê rewşê têkçûn û nebesbûna mekanîzmayên heyî yên di parastina mafê jiyanê yê girtiyên nexweş de raxistiye ber çavan.
 
Nazli Turanê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û diyar kir ku di demeke ku nîqaşên aştiya civakî û demokratîkbûnê didomin de, berdewamiya sepandinên tecrîda giran, pratîkên dirêjkirin û şewitandina înfazê ligel polîtîkayên înfazê yên cudakar nakokiyeke mezin e û pêşniyarên çareseriyê yên ÎHD'ê di bin 7 sernavan de wiha rêz kirin:
 
"*Divê xalên înfazê yên cudakar bên rakirin: Divê dawî li xalên ku li gorî cureyê sûc taloqkirina înfazê û berdana bi şert di Qanûna hejmar 5275 û TMK'ya hejmar 3713 de bên anîn.
 
* Divê di înfaza hefsa muebedê giran de rêzikname bê çêkirin: Divê dawî li sepandinên tecrîda giran û qaîdeya ku înfaz nayê rawestandin a di cezayên hefsa muebedê de bê anîn. Divê li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên têkildarî mafê hêviyê rêziknameya qanûnî bê çêkirin.
 
*Divê ATK nebe diyarkerê yekane: Di pêvajoyên taloqkirina înfazê de divê raporên nexweşxaneyên dewletê, nexweşxaneyên zanîngehan û lijneyên tenduristiyê yên serbixwe rasterast derbasdar bên qebûlkirin.
 
* Divê pîvana ewlehiyê ya nezelal bê rakirin: Divê pîvana 'xetereya giran û şênber di warê ewlehiya civakê de' ya ku di xala 16'emîn a Qanûna hejmar 5275 de cih digire ji metnê bê derxistin.
 
* Divê şertên sewq û muayeneyê bên başkirin: Divê wesayîtên ringê li gorî standardên mirovî bên verastkirin. Divê dawî li sepandinên kelemçeya di muayeneyan de û hebûna hêzên ewlehiyê di odeya muayeneyê de bê anîn.
 
* Divê mekanîzmayeke lezgîn a taloqkirina înfazê bê avakirin: Ji bo girtiyên nexweş ên giran ên ku xetereya wan a jiyanî heye, divê mekanîzmayeke lezgîn a taloqkirina înfazê ku ligel nirxandina yekem a bijîşkî tavilê bê sepandin bê avakirin.
 
* Divê kontrola serbixwe bê misogerkirin: Divê pêşiya wê bê vekirin ku şertên tenduristiyê yên li girtîgehan ji aliyê baroyan, odeyên bijîşkan û rêxistinên serbixwe yên mafên mirovan ve bi rêkûpêk bên kontrolkirin."